Girtiyên li girtîgeha Mêrdînê wê dernekevin hevdîtinê

  • 10:58 8 Çile 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku derbarê "Kincên yek reng" de daxuyanî dan, diyar kirin ku ew ê li dijî biryarê heta dawî li ber xwe bidin û biryar dan ku dernakevin hevdîtina girtî.
 
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku derbarê ferzkirina "Kincên yek reng" ên bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) ya bi hejaraa 696 li wan tê ferzkirin daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê êdî dernekevin hevdîtina girtî.
 
Malbatên girtiyan jî diyar kirin ku ew ê bi her agayî li gel biryara girtiyan cih bigirin  û wiha gotin: "Hemû pêkanînên dijmirovî li ser zarokên me û xizmên me didin meşandin. Niha jî 'kincê yek reng' ferz dikin. Wê girtî vê pêkanînê qebûl nekin û me jî qebûl nakin. Ji xwe tundiya ku li girtîgehan tê meşandin têrê dike. Bi mehan e ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û hemû aktîvîteyên civakî li wan hatine qedxekirin. Ne ew û ne jî em malbatên wan em ê van pêkanînên dijmirovî qebûl nekin."