Navenda Çanda Mîtannî ji bo AKP’ê hat veqetandin
- 09:32 8 Çile 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Qeyûmê şaredariya Nisêbînê Ergun Baysal, Navenda Çanda Mîtannî ya li navçeyê ji bo AKP’ê veqetand.
Piştî îlankirina OHAL’ê bi derxistina KHK’yan ji bo 94 şaredariyên DBP’ê qeyûm hat tayînkirin. Yek ji şaredariyên ku hatiye xespkirina Şaredariya Nisêbînê ye. Qeyûm Ergun Baysal ku tayînî şaredariyê hat kirin Navenda Çanda Mîtannî ji bo AKP’ê veqetand.
Li navendê xwendekar tine, mamoste tine, AKP heye!
Welatiyan diyar kir ku hemû ekîbên qeyûm Ergun Baysal ji bo Rêxistina AKP’ê ya li navçeyê xizmetê dike û got tenê xizmên xwe digirin şaredariyê. Hat hînbûn ku bi talîmata qeyûm saziyên aydê şaredariyê ji bo Weqfa Ciwanên Tirkiyeyê (TURGEV) û Rêxistina AKP’ê ya navçeyê hatiye veqetandin.
‘Ne ji bo gel ji bo AKP’ê xizmetê dikin’
Welatiyan bertek nîşan dan û diyar kirin ku qeyûm ne ji bo gel ji bo AKP’ê xizmetê dike û tevî hemû bertekan Navenda Çanda Mîtanî jî jio AKP’ê hatiye tahsîs kirin. Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku qurs nîvê nîvê bûne û mamoste hatine îxrackirin û xwendekar nayên girtin. her wiha got navend ev saleke ji bo konferans û qursên AKP’ê tê bikaranîn. Hat hînbûn ku ji bo ciwanên TURGEV’ê her cureyê cudahiyê têkirin û kongreyên AKP’ê lê pêk tên.








