Li hemberî pişavtinê tekoşîneke çandî
- 09:06 8 Çile 2018
- Rojane
COLEMÊRG - Di salên 90'î de ji ber valakirina gundan û koçberiya ji Kurdistanê gelek kesî yan koçî metrepolan kirin yan jî koçî bajarên herî nêz kirin. Pêkûtiyên di salên 90'î de hîna berdewam dikin. Zozan û gund di bin qedexeyan de ne. Jina 90 salî Gûlîzer Duran diyar kir ku ji bo kurdekî xaka xwe terikandin ji mirinê zehmetir e û got ku ew destûr nade ku çanda kurd bê pişavtin û tunekirin.
Li Kurdîstanê di salên 90'î de li gel valakirina gundan pêvajo û polîtikayên pişavtina çanda kurd ketin devrê. Ji bo gelê kurd axa xwe terikkirin û qetilkirin dihat heman wate yê. Bi taybetî jî li herema Colemêrgê gelek gund hatine valakirin û bi tu awayî pêşiya koçberîyê nehate astengkirin. Terkirina axa xwe herî zêde jî ji bo dapîr û bapîran zehmet bû. Her çiqas ku gund valabibin û bên koçberkirin jî gelê krud dev ji çanda xwe berneda. Li bajaran heya metrepolan kurdan têkoşînek çandî da û çanda xwe ji pişavtin û tunekrinê rizgar kirin û hîna jî têkoşîna dapîr û bapîran li bajaran ji bo parastina çanda kur berdewam dike. Hîna jî li heremên Kurdîstanê qedexeyên gund û zozanan berdewam dikin. Li Colemêrgê dayika bi navê Gûlîzer Duran (90) salî jî yek ji wan e. Dayika Gûlîzer bi kişandina birnotiyê (tûtina kurkirî) heya û bi şutîkê li bejên ku lil bajar bi kar tîne xemla çanda kurd diparêze. Her çiqas dayika Gûlîzer ji jiyana bajar hez neke jî li bajar bi çand û kevneşopiyên xwe li ber xwe dide.
'Koçberkirina mirovan tenêhiştina xwezayê ye'
Dayika Gûlîzer bi lêv kir ku ew bi tu awayî hînî jiyana bajar nebûye û got ku li bajar hemû tişîtên mirov dimirin lê tenê bedena mirov sax dimîne û wiha pê de çû;"Gundê me di salên 90'î de hat valakirin. Em koçber bûn. Bêguman mîna her koçberiyekê em jî bûne rewîngên metrepolan.Gelek nasên me koçî Mersîn,Antalya û Stenbolê hatin kirin. Bi her awayî pir zehmet bû. Em ji xaka xwe dûr ketîn. Bi hesreta xakê em ketîn riyan. Ji bo me xak terikandin ji mirinê zehmetir bû. Jiyana bajar û gund mirov nikare bîne heman astê. Ji ber ku li gund parvekirin û hogirtiya bi xweza û mirovahiyê re hebû. Jinan bêrîvanî dikir. Em li gund diçûn zozanên herî bilind û herî xweş. Ji xwe zozanên me bihûştin. Heya ku em bêrîvan diçûn cihê em pez lê bidoşin me klam digotin. Di wan wextan de dengbêjên jin jî pir zêde hebûn. Her jinek dengbêjek bû. Me pezê xwe didot mastê xwe çêdikir. Piştî ku masê me çêdibû me dikeyan dikir dew û runê xwezayî jê hildiberand. Bi kêyandina meşkê parvekirinek hebû. Her jin dihatin alîkariyê. Ji bo her keyandina meşkekê pêdivî bi 6 jinan hebû. 3 jin li jor û 3 jinan jî li jêr jêr meşk digirtin û li gel klaman dikeyandin. Her tiştekî me hevpar bû. Niha zozanên me gundên me hatine qedexekirin.Her roj çend gund tên qedexekirin. Herkesî koçî bajaran kiriye. Koçberkirina mirovan tenêhiştina xwezayê ye "
'Xemla jina kurd çanda wê ye'
Gûlîzerê anî ziman ku ew li hemberî qirkirina çanda kurd tedikoşe û got ku ger nifşê nû çanda pêşiyan ji bîr bike ez ne bawerim pêşerojek zelal hebe û wiha berdewam kir;"Gundê me hatiye valakirin heya niha ez li bajar dijîm. Bi rastî ez li bajêr zehmetiyên mezin dijîm. Bêhna min diçike ji ber ku ev hewa ji min re biyanî ye. Berê jinan ji tûtûnê birnotî çêdikirin û ew dikşandin. Niha jî li gundan jinên dikişînin gelek in. Zêdetir gava serê wan diêşe yan jî çavên wan diêşin birnotiyê dikşînin,ji ber ku ji bo êşê baş e. Lê her kes cesret nake ku bikişîne. Berê me her tim cilên xwe yên neteweyî li xwe dikirin. Kiras û fîstan cilên me yên rojene bûn. Niha kesên ku rojane li xwe dikin pir kêm in. Çanda me pir dewlemend e. Jinên kal her tim şûtik li ser cilên neteweyî de li xwe dikirin. Xemla xweşikbûnê bû. Me ne meh yan jî heftiyê carekî çand û kevneşopiyên xwe bibîr tanîn. Çanda me her tim bi me re bû. Armanca valakirina gundan kuştina çanda kurd bû. Di wan wextan de her tiştek watedar bû. Ez niha li bajar im. Lê pêwîst e ez çanda xwe nedim jibîrkirin. Niha tenê armanca min jî ew e ku destûr nedim çanda kurd wenda bibe. Xemla jina kurd çanda wê ye."








