ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2018'AN

  • 09:00 8 Çile 2018
  • Rojev
*Di ser qetilkirina  yek ji pêşenga kadroyên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd ya Ewropayê Leyla Şaylemez re 5 sal derbas bûn.  Jinên ala têkoşîna Sakîne, Fîdan û Leylayê dewr girtin gotin: “Soza me ji bo wan heye. Em ê di têkoşîna azadiyê de bi ser kevin û têkoşîna jinê bi azadiyê tacîdar bikin.” BI DÎMEN
 
*Li Êlihê G. ya 14 salî  rastî îstîsmara zayendî û fuhuşê hatibû. Der barê bûyerê de runiştina yekemîn pêk hat.  Di îdianameyê de îfadeyên zarokê ya der barê îstîsmar û kesan de bi berfirehî cih digirin û qeydên telefon, îfadeyên şahidan jî aliyên îstîsmara zayendî derxistin holê.  Lê heyeta dadagehê di doza ku ji ber îstîsmar û fuhuşê 15 sal ceza dixwest de, tevî delîlan ji 4 gumanbaran 2 heb hatin tahliyekirin.
 
*Endama Têkliyên Dîplomasiya Kongra Star Mekiya Hisî ji bo salvegera komkujiya Parîsê ya 5.mîn axivî û got: "em ê têkoşîna heval Fîdan Dogan bidomînin." BI DÎMEN 
 
*Di salên 90'î de ji ber valakirina gundan û koçberiya ji Kurdistanê gelek kesî yan koçî metrepolan kirin yan jî koçî bajarên herî nêz kirin. Pêkûtiyên di salên 90'î de hîna berdewam dikin. Zozan û gund di bin qedexeyan de ne.  Jina 90 salî  Gûlîzer Duran diyar kir ku ji bo kurdekî xaka xwe terikandin ji mirinê zehmetir e û got ku ew destûr nade ku çanda kurd bê pişavtin û tunekirin. 
 
*Hikûmeta AKP’ê pêkanîna ‘cilên yek reng’ xist jiyanê û bertekên li dijî vê didomin. Xizmên girtiyan gotin: “Bedel çi dibe bila bibe em ê desturê nedin zarokên me biêşînin.  Divê ev pêkanîn demildest şûnde bê kişandin.” BI DÎMEN
 
*Qeyûmê şaredariya Nisêbînê Ergun Baysal, Navenda Çanda Mîtannî ya li navçeyê ji bo AKP’ê veqetand.
 
*Rojek 24 saet e lê Ayşe ya dawiya hefteyan di otelek luks de dixebite, 21 saetan dixebite.  Ayşe jî wek mîlyonan kedkarî heqö keda xwe nastine. BI DÎMEN