Hevserokên meclîsên navçeya Şiya û Cindrêsê yên Efrînê dest bi kar kirin
- 19:00 7 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM-)bi alîkariya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan li ser hilbjartina hevserokên bajarê Cindrêsê û navçeya Şiyê civîn li darxist.
Li ser Hilbijartina Hevserokên Meclîsa bajarê Cindirêsê û navçeya şiyê ya herêma Efrînê,TEV-DEM'ê bi alîkariya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan du civînên cuda li darxstin.
Civîn li mala gel ya bajarê Cindrêsê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir, paşê jî komîseriyê deriyê hilbjartinê li pêşiya endaman vekir. Di encama hilbjartinê de Danyêl Beko û Fexrî Hibo weke hevserok hatin hilbjartin û Îbrahîm Elo, Şemîran Nesan weke cîgerên hevserokan hatibûn hilbijartin. Di heman demê de ji hevseroketiya komîteya şaredarî û ekolojiya Cindrêsê Beşîr Murad û Firyal Cimo hatin hilbijartin û cîgerên wan jî Reşîd Hebîb û Sene Elo hatin hilbjartin.
Li navçeya Şiya jî di mala gel de bi amedebûna hemû endamên meclîsê, nûnerên TEV-DEM û komîseriyê civîn pêk hat. Di civînê de hilbjartin pêk hatin û di encamê de jî Mizgîn Ebdo Beko û Henîf Muhmed ji bo hevseroktiya meclîsa navçeyê hatin hilbjartin. Her wiha Ednan Xelîl Husên û Meryem Misto jî weke cîger hatin hilbjartin.








