Saziya Malbatên Şehîdan ji hevjinên şehîdan re civîn li darxist!

  • 16:56 7 Çile 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê û Kongreya Star  ji bo hevjinên şehîdan  civinekê berfireh  li darxistin.
 
Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê û Kongreya Star ji bo hevjinên şehîdan  civinekê berfireh  li darxistin. Di civînê de li ser pirsgirêkên hevjinên şehîdan û rewşa  zarokên şehîdan ya aborî nirxandin hat kirin. Civîn bi deqeyekê rêzgirtinê hat despekirin, di civînê de Seroka Desteya jin  Emine Bekir, Hevseroka TEV-DEM'ê  Eyşê Efendî, Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrivan Hesen, Hevseroka Meclisa  Zagonsaz  Foza Ebdî amade bûn.
 
Endama Koordînasyona Kongireya Sitar Mîdya Mihemet axivî û got:"Dema ku em dibêjin şehîd tu cari na mirin wan  ji bo me nifşên berxweder  li pey xwe  hiştine, divê ku hun jî weke malbatên Şehidan nehêlin ku Şehîdên me werin ji birkirin. Em ê nirxên şehîdan  heta dawiyê biparêzin."
 
Ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmet ve jî perspektifên Rêberê PKK'ê Abdollah Oclan ên li ser şehîdan hatin xwandin û wiha hat gotin:"Me di diroka xwe de him  li hudirê welat, him li dervayî  welat gelek Şehîd dan û gelê me gelek şehîd dan. Li ser  şehîdan gelek tişt hatin gotin û her dem em dibêjin, bi rastî mirov nikare ji bo şehîdan bêje ku mirine. Emli ser vê  gelek rawestiyan .Em li jiyana  xwe dinêrîn, ,li diroka xwe dinerin jiyan çi ye û  mirin çi ye em baş dibînin . Divê  em hin li ser mirovan zêde bisekinin û  em ê bibînin tişta li me tê ferzkirin berxwedan e."
 
Di dawiya civînê de nêrinê hevjinên Şehîdan di derbarê jin û Zarkên Şehîdan de hatin girtin. Hevjinên şehîdan  gotin:"Ji bo ku em bikaribin zarokên xwe xwedî bikin em dixwazin derfetên kar ji bo malbatên şehîdan werin dayî. "