Rojeva sereke ya HDK'ê tecrîd û OHAL e
- 15:57 7 Çile 2018
- Rojane
STENBOL - Gulîstan Kiliç Koçyîgît ku di Civivîna Meclisê ya HDK'ê de axivî diyar kir ku rojeva wan a sereke OHAL û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) piştî Lijneya xwe y Giştî a 8'emîn di civîna 1'emîn a meclisa xwe de civiya. Di civîna ku li Otela Hîltonê hat kirin, hevkarên HDK'ê tevli bûn. Piştî hilbijartina endamên dîwanê Hevberdevkên HDK'ê Onur Hamzaoglu û Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivîn.
'Kesên ku dizanin wê îktîdara wan hilweşe xwe dide bin siya KHK'yan'
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di axaftina ku kir de bertek nîşanî KHK'ên ku tên derxistin da û wiha got: "Îkdtîdarê bi KHK'ya ku herî dawî derxist di xwaze welêt ber bi tarîtiyeke mezintir ve bibe. Îktîdara ku naxwaze bi hilbijartinê biçe bi KHK'ê derdixe dixwaze hebûna xwe berdewam bike û xwe dide bin siya wan."
'Divê em berxwedanê hildin ser milên xwe'
Gulîstan diayr kir ku ferzkirin kincên yek reng li ser girtiyan, anî ziman ku ew vê pêkanînê qebûl nakirin û tişta ku wê bê jiyîn bi fiarin. Guşîstan wiha dirêjî da axaftina xwe: " Bi van pêkanînên ku bi KHK'ya dawîn ketin meriyetê tê xwestin ku bi pêkanînên faşîzan bi berxwederê û kesên demokrasîxwaz û azadîxwaz bi de tewandin. Ev pêkanîna kincê yek reng li girtiyan tê ferzkirin nayê qebûlkirin û wekî salên 1980'yî bi berxwedanê bê pêşwazîkirin. Armanc dikin ku girtîgehan veguherînîn girtîgehên serdema Esat Oktay ê faşît. Lê em vî barî tenê li ser milên girtiyên şoreşger anhêlin û ji berxwedana demokrasiyê cuda nagirin dest. Divê ku eniya demorasiyê vê berxwedana wan bigrire ser milên xwe û li dijî van pêkanînan bibe asteng."
'Em ê li dijî kesên ku dixwazin mirovahiyê birîzînin li ber xwe bdin'
Gulîstan daxuyaniya Diyanetê ya derbarê zewaca zarokan de jî bi bîr xist û wiha got: "Ji bo ku civakek îteatkar bifrînin ol ji bo xwe wekî amûr bi kar tînin. Em daxuyaniya wan a ku dibêje zewaca zarokan a di temencê 9 sal û 12 salî de guncav e şermezar dikin. Ev zîhniyeta sapik a ji rêderketî dixwaze ku tevahiya civakê dîl bigire. Tehamûla AKP'ê tenê ne ji zindiyan re ji miriyan re jî nemaye. Me ev pêkanînên wan di dema cenazeyê Dayika Taybet û dema defiinkirina Dayika Hatun Tugluk a li Enqereyê de jî dîtin. Em ê li dijî kesên ku dixwazin mirvahiyê birizînin li ser navê mirovahiyê berxwedanê bilind bikin."
Gulîstan di dawiya axafitna xwe de diyar kir ku erka wan asereke berxwedana ji bo rakirina OHAL'ê ye wiha got: "Li dijî vê jî muxalefetê bi hêz bikin û li dijî betalî û xizaniyê seferber bibin. Ger ku li vî welatî hin tişt neguehrin wê aştî pêk neyê. Tişta kedê parçe dike pirsgirêka kurd e, tişta berxwedanê parçe dike pirsgirêka kurd e. Ger ku di grevê de kedkarekî kurd û tirk li cem hev cih nagirin ev pirsgirêk e. Ger ku li vî wealtî ji hikumxarekî di girtîgehê de bi salan agahî nayê girtin ev tê wateya ku li vî welatî tu kes ne azad e. Em ê serî netewînin û heta ku wekhevî pêk neyê em ê dest ji berxwedanê bernedin."
Piştî axafitnan civîn ji çapemeniyê re girtî hat berdewamkirin.








