Fîgen Yuksekdag: Pêkane ku mirov li dijî faşîzmê têk neçe!

  • 15:56 7 Çile 2018
  • Rojane
AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag ji bo Konferansa HDP'ê ya Jinên Herêmê peyam şand û di peyama xwe de wiha got:"Em dîsa di nava kulîlkekê de di nava fêkiyakê de ne. Qansî ku siyasetek din, jiyanek din pêkan e, parastina îdiayên me û zexmkirina wê jî pêkan e. Bi vî awayî em dibînin ku dîsa em  tiştên ku tê gotin ne pêkan e em pêk tînin."
 
Partiya Demokratik ya Gelan (HDP) "Konferansa Jinê ya Herêmê ya Amedê" li Konferansa Vedat Aydin a Avahiya Bajêr a Amedê li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, Lijneya Birêvebirina Navendê ya HDP'ê (MYK) û endamên Meclîsa Partiyê (PM) û parlamenter beşdarî konferansê bûn. Pankartên "Em ji faşîzmê dibêjin bisekine, em bi rêxistin dibin û dimeşin azadiyê", "Ev wiha naçe jin destûrê nade" bi eywana konferansê hat dardekirin. Her wiha posterên sê jinên siyasetmedar Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez û posterên Dayika Taybet, Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakize Nayir li eywana konferansê hatibû dardekirin. 
 
'Serîhildana jinê li her qadê berdewam dike'
 
Konferans bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Axaftina destpêkê  Berdevka Meclisa Jinê Besîme Konca ya ku parlamenteriya wê ji destên wê hat girtin kir. Besime kesên ku ji bo azadiyê, wekheviyê û demokrasiyê têkoşîn kir û jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û diyar kir ku ji bo azadiya jinê bedelên mezin hatiye dayin û anî ziman ku ew di hizûra Sakine, Fatma, Leyla, Sêvê, Pakize û Fatmayan de soz didin ku dê têkoşîna azadiyê bidomînin. 
 
'Tu demokrasî bê bedel nemaye'
 
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay anî ziman ku jin bingeha HDP'ê ava dike. Serpîlê wiha got:"Wekî jinên HDP'yî û siyasetmedar di vê têkoşînê de heta a niha me serkeftinên girîng bi dest xist. Me bedelên gelek mezin da. Em dizanin ku tu demokrasî bê bedel nemaye. Em ê destkeftiyên nû li vana zêde bikin û ji nifşên nû re bihêlin."
 
'Ceza li ser siyasetmedaran barandin'
 
Serpîlê anî ziman ku ew ê di kongreya sêyemîn a mezin de pêngavek hîn mezin pêk bînin û diyar kir ku sala 2017'an a serîhildan û li ser piyan mayinê ye. Her wiha Serpîlê got ku dê sala 2018'an bibe sala pêngav û destkeftiyên girîng. Serpîlê di heman demê de bal kişand ser zextên li ser siyasetmedarên kurd û wiha got:"Li ser ser siyasetmedarên jin cezayan dibarînin lê em li dijî van cezana gavekê paş de navêjin."
 
Piştre peyama Hevseroka Giştî ya berê ya Figan Yuksekdag hat xwendin. Peyama Figenê wiha bû:
 
Figen: Ya ku digotin ne pêkan e me pêk anî
 
"Em dîsa di nava kulîlkekê de di nava fêkiyakê de ne. Qansî ku siyasetek din, jiyanek din pêkan e, parastina îdiayên me û zexmkirina wê jî pêkan e. Kîja partî bi van êrîşana rû bi rû bima dê a niha li ser piyan nemaba. Bi vî awayî em dibînin ku dîsa em  tiştên ku tê gotin ne pêkan e em pêk tînin." 
 
Konferans bi awayekî ji çapemeniyê girtî berdewam kir.