Kongra Star li dijî parvekirinên Diyanetê daxuyanî da
- 15:01 7 Çile 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Kongreya Star a Kantona Cizîrê li dijî parvekirinên Diyanetê ên zewaca di temenê biçûk de daxuyaniyek da.
Kongreya Star a Kantona Cizîrê li dijî parvekirinên Diyanetê ên zewaca di temenê biçûk de bi dirûşma "Ji zewaca di temenê biçûk re na" daxuyaniyek da.
Daxuyaniya Kongreya Star ji aliyê Rêvebera Kongreya Star ya Kontona Cizîrê Mîdiya Mahmud ve hat xwendin û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em parvekirinên Diyaneta Tirkiyeyê ku zewaca di temenê biçûk de meşrû dike şermezar dikin. Ev siyaset a çeteyên DAIŞ'ê ye ku di bin navê olê zewaca bi zarokan re meşrû dike ye. Ev siyaseta çewisandina jinê û binpikirina mafê wê ye. Em bang li hemû sazî û dezgehên olî dikin ku li dijî van parvekirinên dijexlaqî dekevin û şermezar bikin. Herwiha em li dijî zewaca zewac di temenê biçûk de ku rûmetşinandina zarokan e bang li hemû sazî û dezgehên sivî dikin ku li dijî vê tundiya li ser jin û zarokan têbikoşin. Ji bo avakirina jiyaneke azad têkoşîna li dijî tecavuz û tundiya li ser jin û zarokan mijarên me yên esasî ne."
Daxuyaniya Kongreya Star bi dirûşma "Jin jiyan Azadî" bi dawî bû








