Nazîfe Onay ji girtîgehê peyam şand: Jiyana min mijara gotinê ye

  • 12:47 7 Çile 2018
  • Rojane
STENBOL - Nazîfe Onay a ku bi KHK'yê hat îhraçkirin û ji bo vegere karê xwe çalakî li dar xist û hat girtin pêvajoya tedawiya wê nayê destpêkirin. Nazîfeyê ji Girtîgeha Silivriyê peyamek şand û diyar kir ku "Jiyana wê mijara gotinê ye".
 
Endama Egitim Senê Nazîfe Onay di 7'ê Sibata 2017'an de bi hejmara 686'an a KHK'yê hat ihraçkirin. Nazîfe berê di 6'ê Adarê de li Şîşliya Stenbolê li ber Cevahir AVM beşdarî çalakiya 'Ez karê xwe paşve dixwazim' bû, piştre beşdarî çalakiya li Kolana Yukselê ya Enqereyê ya 'Ez karê xwe dixwazim' bû. Nazîfe di 6'ê Tîrmehê de hat binçavkirin û bi biryara hepsa malê hat berdan. Nazîfeyê biryara hepsa malê qebûl nekir û di 9'ê Tebaxê de hat girtin piştre di 19'ê Cotmehê de hat berdan. Lê li ber deriyê girtîgehê dîsa hat girtin. Nazîfe a niha li Girtîgeha Silîvriyê girtiye. Ji ber lekeyên ku di laşê wê de hatiye der, bijîşk ji pençeşêra memikê gumanbar e. Divê gerek demildest MR bê kişandin lê pêvajoya tedawiyê ya Nazîfe tê astengkirin. Nazîfeyê ji Girtîgeha Silivriyê ku ev pênc meh in di wir de girtiye, peyamek şand.    
 
Peyama Nazifeyê wiha ye:"Li holê hîn îdianameyek hatiye amadekirin tuneye û ez bi pirsgirêkên xwe yê tenduristiyê re mijûl im. Berê min ji karê min avêtin dawiyê ez girtin. A niha di bin şerd û mercên girtîgehê de ez nexweş ketim. A niha jiyana min mijara gotinê ye."