Çar kesên din jî ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin
- 11:33 7 Çile 2018
- Rojane
Roj Ûmût-Sengal
ŞENGAL - Çar kesên ku di êrîşa li ser Şengalê de ketibûn destên çeteyên DAÎŞ'ê ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarikirin.
Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kiribûn û di encama êrîşê de gelek kes hêsîr hatibûn girtin. Çar kesên din jî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hatin rizgarkirin.
Buşra Mıço Qasım kêfxweşiya xwe ya xelasbûyina ji destên DAÎŞ'ê wiha rave kir:"Dema ku em ketin destên çeteyan me xistin Girtîgeha Badoşê û her zilm û zordarî li me dikirin. Lê a niha em bi saya QSD'ê rizgar bûn loma em spas dikin ku me ji destên çeteyên hov rizgar kirin."
Şehed Xidir Mîrza jî hestên xwe wiha anî ziman:"Ez ji çeteyan xelas bûm lê hîn du birayên min di destên wan de ne. Ez hêvî dikim ku birayên min jî ji destên çeteyan rizgar bibe. Ji bo ku QSD'ê em xelas kir em spas dikin."
Nazif Xıdır Mirza ya ku di temenekî biçûk de ketibû destên DAÎŞ'ê wiha got:"Di serî de ji bo QSD'ê em rizgar kir em spas dikin. Em tucar vê zilma çeteyan ji bîr nakin û em ê êdî nehêlin ku kesek tu zilmê li me bike."
Her wiha Evdilezîz Xelîl jî ku di 5 saliya xwe de ketibû destên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin. Bavê Ebdilezîz Xelîl Minaf Xelef jî diyar kir ku ew gelek kêfxweş in ku gihaştine zarokên xwe.
Her wiha li ser navê Meclîsa TAJÊ Pakîze Celal jî axivî û wiha got:"Em di serî de spasiyê xwe ji QSD'ê re pêşkeş dikin. Ev êrîşên ku li ser Êzidiyan tê kirin ne li gor mirovatiyê ye. Em van êrîşana şermezar dikin û em dibêjin her ku diçe hêza me xurtir dibe. Em êdî destûrê nadin ku kes zilm û zordariyê li me bike."








