Jinên Dêrsimî: Em piştgiriyê nadin nijadperestiyê!
- 11:28 7 Çile 2018
- Rojane
DÊRSIM - Jinên Dêrsimî serdana Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener a Dêrsimê bê wate dîtin û gotin; "Gêlê Dêrsimê piştgiriyê nade nijadperestiyê."
Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener du çûbû serdana Dêrsimê. Meral Akşener a ku li Dêrsimê Mala Cemê ziyaret kir gel tu eleqe nîşanê wê neda. Meral Akşener a ku di salên 1990'î de Wezîrtiya Karên Hundir a Tirkiyeyê dikir di serdema wê de gelek kuştinên kiriyarên wan nediyar pêk hatibûn û yek ji berpirsiyara wan kuştinan e. Piştî komkujiyên salên 1990'î yên li Kurdistanê ku hatin kirin Meral Akşener ku yek ji berpirsiyarên wan kuştinan e hîna di bîra gelê kurd de ye. Me wateya serdana Meral Akşener a ku niha Seroka ÎYÎ Partiyê ye û duh çûbû serdana Dêrsimê ji gelê Dêrsimê pirsî.
Ji jinên Dêrsimî Eylem Sonmez diyar kir ku serdana Meral Akşener a di bin navê pariya siyasî de li Mala Cemê nehatiye. Eylemê di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: "Tu piştgiriyeke gelê Dêrsimê ji bo partiyeke ku ji aliyê MHP û DYP'ê ve hatiye damezrandin tune ye. Jixwe ji bo pêşwazikirina wê jî ji Xerpêtê çend kes anîbûn û welatiyên Dêrsimê di nava kesên ku Meral Akşener pêşwazî kirin de tune bûn. Li Dêrsimê bi giştî ji bo AKP û ÎYÎ Partiyê piştgirî nayê dayîn. "
Jina bi navê Melahat Çetîn jî diyar kir ku ew weke jineke elewî ya kurd partiyên nijadperest nepejirîne û tu cudahiya vê partiyê ji AKP û MHP'ê tune ye. Çîgdem Dogrulmaz jî got ku ew ÎYÎ Partiyê napejirînin û helwesta Komeleya Haci Bektaşî Velî û Rêveberiya Mala Cemê ya Dêrsimê rexne kir. Çîgdem di berdewamiya axafitina xwe de wiha got: "Li gorî baweriya me ew agahî ji bo hemû kesî vekirî ne. Lê hatina hin kesan li ser navê partiyeke siyasî tê wateya ku ew der ji kesên din re hatiye girtin. Ez ne bawar im ku gelê Dêrsimê piştgirî kiribe. Ger ku wiha bûna wê gelê Dêrsimê ne li kolanan li Mala Cemê ew pêşwazî bikira."
Jineke din jî a ku ji ber şert û mercên OHAL'ê nexwest navê xwe bide wiha got: "Duh Dogru Yol bû îro AKP...Dibe ku sibe bibe ÎYÎ Partî lê ferq nake. Elewî ji vê zerarê dibînin."








