Xebatên Kooperatîfa Aboriya Jinê bi projeyên nû didome

  • 10:12 7 Çile 2018
  • Rojane
EFRÎN - Kooperatîfa Aboriya Jinê li herêma Efînê bi projeyên xwe yên nû xebatên xwe didomînin.
 
Kooperatîfa Aboriya Jinê li herêma Efînê bi projeyên xwe yên nû xebatên xwe didomînin. Jinên Kooperatîfa Herêma Efrînê li herêma Recoyê dest bi berhevkirina zeytûnan kirin da ku di warê aboriyê de pêşketinên berbiçav bên kirin û kooperatîf mezin bibe.
 
Têkildarî vê mijarê Endama Koparatîfa Aboriya Jinê Naziliyê Xelîl axivî û wiha got: "Bi saya Kooperatîfa Aboriya Jinê hemû jin kom dibin û bi kêfxweşiyeke mezin dixebitin. Bi vê sayê rihê komînaltiyê jî pêş dikeve û parvekirineke ku hêzê dide mirov derdikeve holê. Her wiha bi saya Kooperatîfê gelek projeyên serkeftî pêk hat. Dema ku jin di warê aboriyê de pêş dikevin bawerî û hêza wan jî pêş dikeve. Loma ji bo pêşketina aboriyê em dixebitin."
 
'Pêdivî ji fikrên jina azad heye'
 
Naziliyê anî ziman ku pêdivî ji fikrên jina azad heye û ev jî bi saya pêşketina aboriyê derdikeve holê û wiha berdewam kir:"Me berhevkirin û firotina zeytûnan jî wekî projeyekê da berxwe ku kooperatîf mezin bibe û jin di her qadên aboriyê de çalak bin. Daxwaz û hêviya me ew e ku her jin di qada pêşketina aboriyê de rol û mîsyona xwe bilîzin."
 
Rêvebira Kongra Star Zeynet Hesen jî bi lêv kir ku pêşketina aboriyê ji bo siberojeke aram pêdiviyeke girîng e û wiha got:"Ji ber ku jin di teşekirina civakê de rolek girîng dilîze divê jin di qadên jiyanê de çalak bin. Ji yek qadên jiyanê ya girîng aborî ye. Divê jin di warê pêşketina aboriyê de gavên girîng biavêjin û xwe pêş bixin. Loma Kooperatîfa Aboriya Jinê bi xebat û projeyên nû hewl dide ku aborî pêş bikeve."