Medreseya dîrokî nayê restorekirin
- 09:22 7 Çile 2018
- Rojane
Zeynep Turgut
COLEMÊRG-Li Colemêrgê Medreseya dîrokî terikî qedera xwe hatiye kirin û bi tu awayî ne tê restorekirin ne jî tê parastin. Rayeder, miftî û zanîngehên ku di sala 2015'an de ji bo standina Medreseyê di rêzê de bûn niha ev mederese bê xwedî hiştine û nayê restorekirin.
Li Colemêrgê medreseya ku bi navê Medreseya Meydanê jî tê binavkirin a dîrokî terîkî qedera xwe hatiye kirin. Medreseya dîroka a ku di navbera salên 1700-1701 de ji aliyê kurê Îzzeddîn Îbrahîm beg ve hatiye avakirin lê 150 salan bê navber perwerdeya bi zimanê kurdî,erebî, farsî û osmanî hatiye dayîn û li heremê di nav zanîngehên dîrokî de cih digire. Medreseya dîrokî niha bi tu awayî nayê parastin û nayê restore kirin. Her wiha deriyên Medreseya dîrokî jî ji gel re girtî ne, lê ji rayedarên dewletê re vekirî ne. Kesên ku bixwazin Medreseyê bibinîn pêwîste ji Walîyê Colemêrgê destûrê bigirin û piştre serdana medreseyê bikin destûr bixwaze.Rayedar, miftî û zanîngehên ku di sala 2015'an ji bo standina medreseyê ketibûn dor medrese bêxwedî hiştîne.
Ji bo bikarnanînê sazî ketibûn dorê
Di sala 2015'an de miftiyê demê Faysal Geylanî ji bo ku di demsalên havînê de Medreseya dîrokî veguherînin cihê kursa quranê serlêdanê li walîtiya Colemêrgê dike û piştî destûra ji walîtiyê xebatên ji bo kursa quranê tên destpêkirin. Lê piştî demek şûnde xebat tên sekinandin. Her wiha di heman salê de Zanîngeha Wanê ji bo ku xebatên zanistî li Medreseyê bide meşandin jî serlêdanê dike lê daxwaza wan nayê pejirandin û rektorê Zanîngeha Colemêrgê jî ji bo ku medreseya dîrokî bikin beşa îlahiyatê dest bi xebatan dike. Lê niha medreseya dîrokî terikî qedera xwe hatiye kirin.
Li Colemêrgê cihên dîrokî nayên parastin
Welatiyên ku li taxê dijin jî nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku li Colemêrgê cihên dîrokî nayên parastin û gotin ku dewlet bi neparastina medreseya dîrokî di civatê de medreseyê bêqîmet dike û gotin ku divê medrese bê restorekirin û parastin.








