Li girtîgeha Tîpa T a Hatayê li zarokan îşkenceya lêgerîna tazî

  • 09:14 7 Çile 2018
  • Rojane
HATAY-Li girtîgeha Tîpa T a Zarokan a Hatayê zarokên keç yên ji ber hincetên siyasî hatin girtin, di navbera du koguşên ku zarokên kûr lê dimînin hatin bicihkirin. Zarokên keç di hevdîtinên bi malbat û parêzerên xwe re kirin de diyar kirin ku rastî îşkenca lêgerîna tazî ya gardiyanan hatine.
 
Li girtîgeha Tîpa T a Zarokan a Hatayê di navbera koxuşên ku zarokên kûr yên edlî dimînin, koxuşek din jî heye.  Lê yên di van koxuşan de dimînin 3 zarokên keç ên temenê wan di navbera 13 û 16’an de diguhere û ji ber hincetên siyasî hatine girtin, dimînin.  Zarokên rastî îşkenceya lêgerîn tazî û îstîsmara zayendî ya gardiyan û leşkeran tên, her wiha rastî tacîza devkî ya zarokên kûr jî tên.  Parêzeran dest nîşan kir ku zarokan ev rewş ji rêveberiya girtîgehê re vegotine lê rêberiya girtîgehê ti pêngav navêtine.
Hate hînbûn ku zarokên keç ne tenê rastî gotinên tacîzê yên zarokên kûr tên, di heman demê de rastî îstîsmara zayendî ya gardiyan û leşkeran jî tên, li korîdoran bi rehetî nikarin bigerin, beyî dema wan ya hewadakê tije bibe vedigerin koxuşên xwe.
 
Îşkenceya lêgerîna tazî
 
Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine girtin koxuşeke din ya zarokên keç lê bimînin tine, zarok bi awayekî sîstematîk rastî îşkenceya lêgerîna tazî tên, di dema hevdîtinên telefon û hevîtina normal de jî ji bo wan astengî tên derxistin. Her wiha dîsa di hevdîtina parêzeran de qeyda deng û dîmen tê girtin.
 
Daxwaznameyên zarokên keç didin jî bê encam dimînin û malbat û parêzeran diyar kirin ku ew ji rayagiştî hestiyariyê dixwazin.