Daraza mêr vê carê îfadeya zarokê esas girt
- 09:10 7 Çile 2018
- Rojane
Safiye Alagaş
AMED-Tevî ku malbata zaroka rastî îstîsmara zayendî hat dest ji gilîkirinê berda jî heyeta dadgehê îfadeya zarokê esas girt û 15 sal cezayê girtîgehê da gumanbar Mehmet A.B.
Mêrê bi navê Mehmet A.B ku ji sûcê îstîsmara zayendî yê li hemberî zaroka 7 salî, girtî dihat darizandin, rastî 15 sal cezayê girtîgehê hat. 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya hêsan a li hember zarok’ 10 sal û ji sûcê ‘kes ji huriyeta wê bêpar hiştin’ jî 5 sal ceza birî. Dadgehê bi giştî 15 sal ceza li gumanbar Mehmet A.B birî û biryara xwe ya bi hincet ya der barê dosyayê de jî aşkera kir.
Dadgehê bi lêv kir ku dê û bavê zarokê der barê gumanbar de gîliyê xwe şûnde kişandine û got doz wek doza cemawerî hatiye dîtin. Dadgehê di biryara xwe ya bi hincet de da zanîn ku roja bûyerê di dema îstîsmarê de zarokê parastina xwe ya cewherî bi kar aniye û li ser vê dayika zarokê çûye cem û piştî dayik çûye gumanbar reviyaye. Dadgehê diyar kir ku bi vî awayî sûcê gumanbar hatiye tespîtkirin.
Çi bibû?
Li Amedê di 19’ê îlona 2016’an de mêrê bi navê Mehmet A.B (39) zaroka 7 salî ya cîranê wan bû îstîmar kir. Piştî zarok qîriya dayik çû cem û bûyer derket holê. Dayikê gilî kir û Mehmet A.B hat binçavkirin û piştî îfadeyê hat girtin. Piştî ku gumanbar A.B. hat girtin i 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê doz hat vekirin.
Di runiştina yekem de gumanbar sûc qebûl nekir. Zaroka ligel psîkolog îfade da, tiştên jiya vegot. Zarokê diyar kir ku çawa qîriyaye gumanbar ew berdaye. Dê û bavê zarokê piştî îfadeyên dadgehê gotin ew giliyê xwe şûnde dikişînin. 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ji sûcê ‘îstîsmara zayendî yê hêsan ê li hember zarok’ 10 sal û ji sûcê ‘kes ji huriyeta wê bêpar hiştin’ jî 5 sal ceza birî. Dadgehê bi giştî 15 sal ceza li gumanbar Mehmet A.B birî û biryara xwe ya bi hinceta ya der barê dosyayê de jî aşkera kir.








