Berteka Walitiyê ya li hember hinceta DNA’yê
- 09:06 7 Çile 2018
- Rojane
Dîlan Babat
BEDLÎS-Cenazeyên ji Goristana Garzan hatin derxistin bi hinceta wê testa DNA’yê bikin şandine Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Netîce Bîngol diyar kir ku keça wê Dîlan Bîngol jî tê de testa DNA’yê ya hemû cenazeyan hatiye kirin û bertek nîşanê daxuyaniya Walitiya Bedlîsê da.
Ji Goristana Garzan ya taxa Oleka Jor a Bedlîsê 267 cenaze hatin derxistin û bi hinceta testa DNA’yê şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Li ser bertekên hatin nîşandan Walitiya Bedlîsê daxuyanî ferz dît û îdia kir ku destur ji malbatan hatine girtin û cenaze li gor mevzuatê hatine derxistin. Dayika Dîlan Bîngol (Bêrîtan Jin) ya li Kobanê di 2014’an de jiyana xwe ji dest daye, Netîce Bîngol destnîşan kir u got cenaze şandine saziya Tipa Edlî lê dema keça wê jiyana xwe ji dest daye testa DNA’yê hatiye kirin û belgeya der barê li hemû cenazeyên hatine revandin testa DNA’yê hatiye kirin, heye.
‘Li hemû cenazeyan DNA hatibû kirin’
Netîceyê bi lêv kir ku li şûna rêbazên kuştinên kiryar nediyar yên salên 90’yî êdî cenaze tên revandin û wiha pê de çû: “Ji hezstiyên zarokên me çi diaxwazin?Dewlet ji hestiyê zarokên me jî ditirsin. Ti xêra vê dewletê ji kesî re nebû. Hunê hestiyan çi bikin? yên îro hestiyên zarokên me derxistin wê sibê yê dê û bavê me jî ji ber Kurdin wê derxînin. Ji bo hemû cenazeyên li Garzanê hatine derxistin, DNA hatibû kirin. Ew zarok hemû li Kobanê şehîd ketibûn. Hemû anîn Pirsûsê.”
‘Em hestiyên zarokên xwe dixwazin’
Netîceyê bertek nîşanê daxuyaniya Walitiyê da û ev tişt anî ziman: “Ev çend roje em ketin pey cenazeyên xwe. We çima ev zarok girtin. Beyî destura me we cenaze girtin. Hunê hesabê vê bidin kê. Ev di kîjan olî de heye. Em hestiyên zarokên xwe dixwazin. Em dixwazin zarokên me li heman derê bên definkirin.”








