Kongra Star ji bo danasîna fikir û felsefeya Abdullah Ocalan belavok belav kir
- 18:16 6 Çile 2018
- Rojane
KOBANÊ - Kongra Star ji bo danasîna fikir û felsefeya Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan li Kobanê belevok belav kir.
Bi dehan jinên Kongra Star li navçe û gundewarên Kobanê, kolan bi kolan geriyan û ji bo danasîna fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belevok belav kirin. Belavok li navçeya Şêran, Teşlok û Tilxezalê li hemû malan hat belavkirin.
Di derbarê belavkirina belevokan de Kongra Star diyar kir ku ew ê, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her dem di nava tevgerê de bin.
Jina bi navê Tolîn Salih destnîşan kir ku çawa Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan xwedî li azadiya jinê derket, dê ew ê jî xwedî li azadiya wî derbikevin û wiha got: "Em weke Kongra Star çi ji destên me bê em ê ji bo azadiya Rêberê xwe bikin. Em tecrîda ku dewleta Tirk li ser serokê me dimeşîne bi zimanekî tund şermezar dikin. Dê sala 2018`an bibe sala azadiya Rêberê me Abdullah Ocalan."
Her wiha Tolînê got ku pir jin hene beşdarî perwerdeyê nebûne lê em ê bi çalakiyên xwe bi belevokên xwe fikrên Abdullah Ocalan di nava jiyanê de belav bikin.
Zekiya Bozan jî kêfxweşiya xwe ya ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan anî ziman û wiha got: "Ez îro gelek kêfxweş im ji ber ku jin derketine qadan û bi destên xwe fikir û felsefeya Rêberê xwe di nava jiyanê de belav dike û bi gel re dide naskirin."
Zekiyayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em ê li ser şopa fikir û felsefeya rêberê xwe bin û em ê fikir û felsefeya Rêberê xwe belav bikin."








