Kongra Star ji bo Abdullah Ocalan semîner li dar xist

  • 17:43 6 Çile 2018
  • Rojane
EFRÎN - Kongra Star derbarê jiyan û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li Efrînê semîner li dar xist.
 
Kongra Star derbarê jiyan û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li Hola Şehîd Rûken a Efrînê semîner li dar xist. Hevserokên Komînan ên Navçeya Efrîna kevin, Endamên Asayîşê û Endamên Kongra Star beşdarî semînerê bû.
 
Semîner ji bo berxwedêrên azadiyê bi deqeyek rêzgirtin  dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Rêvebira Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Şêrîn Fewzî axivî û wiha got:"Divê em li rê û rêbaza ku Rêber Apo ji me re mîras hiştiye ji dil û can xwedî derkevin. Rêber Apo tu caran dev ji doz û têkoşîna xwe berneda, em ê jî ji bo siberojeke azad vê rê û rêbazê esas bigirin û ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin."
 
Piştre sinevizyona derbarê jiyana Abdullah Ocalan hat temaşekirin û semîner bi dirûşma 'Bê Serok jiyan nabe' bi dawî bû.