Akademiya Star dewreya perwerdeyê ya 'Sakîne Cansiz' vekir
- 16:35 6 Çile 2018
- Rojane
KOBANÊ - Akademiya Star a Kantona Kobanê bi merasîmekê sêyemîn dewreya perwerdeyê ya bi navê 'Şehîd Sakîne Cansiz' vekir.
Akademiya Star a Kantona Kobanê bi merasîmekê li Kobanê sêyemîn dewreya perwerdeyê ya bi navê 'Şehîd Sakîne Cansiz' vekir. Dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Sakîne Cansiz ji 18 endamên Şaredariya Kantona Kobanê pêk tê. Wê perwerde 27 rojan dewam bike û li ser bingeha Netewa Demokratîk were dayin.
Mijarên ku dê di perwerdeyê de li ser were rawestandin wiha ne: Girîngiya perwerdeyê, Civaka demokratîk, Dîroka Kurdistanê, Rastiya Rêberti, Dîroka Jinê, Jîneolojî, Zayendparêzî, Hevjiyana Azad, Netew dewlet, Netewa demokratîk, Aborî, Edaleta civakî, Çand û exlaq, parastina rewa, Sistema Kongra Star, Jin û ekolojî ne.
Merasima vekirina dewreyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û endamên Koordînasyona Kongra Star Nûjîn Eli diyar kir ku ji bo civakek pêş bikeve perwerde hewcedariyek taybet e û wiha got: "Perwerde ji bo civaka me mijara heri girîng e. Loma divê jin perwerde bibe û civakê perwerde bike. Dema ku jin perwerde bibe dê civakek ku bingeha wê saxlem be jî ava bike."
'Perwerde xwenaskirin e'
Jina bi navê Cîhan Simî ya Diwana Şaredariya Şêranê jî derbarê perwerdeyê de axivî û wiha got: "Em niha hatin ji bo ku perwerdeyê bibînin. Perwerde xwenaskirin e. Ji bo em xwe, dîroka xwe, civaka xwe, çanda xwe û hwd. nas bikin divê em perwerde bibin."
'Jin bi têkoşîna xwe rihê Sakînê zindî dihêle'
Hevseroka Desteya Elektirîkê Nesrin Kenan jî li ser salvegera têkoşîna Sakîne Cansiz wiha axivî: "Ji bo em hêviyên xwe berz bikin em di rêya Sakîneyan de bi gavên mezin dimeşin. Ji ber ku em deyndarê Sakîne Cansiz û rêhevalên wê ne divê em doza wan zindî bihêlin û bijîn. Jin bi têkoşîna xwe rihê Sakînê zindî dihêle. Loma em ê wekî jinên kurd soza şopandina rêya Sakîneyan û rêhevalê wê bidin."








