Li Efrînê ji bo her sê jinên siyasetmedar semîner hat lidarxistin
- 14:56 6 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Ji bo bîranîna salvegera şehadeta her sê jinên kurd û siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez , Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk semîner li dar xist.
Di 9'ê Çileyê 2013'an de li Parîsê ji aliyê MÎT a dewleta tirk ve her sê jinên kurd û siyasetmedar Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibû qetilkirin. Ji bo salvegera şahadeta her sê jinên şoreşger Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li peymangeha Şehîd Viyan Amara ya Efrînê, semîner li dar xist. Di semînerê de hemû Mamosteyên zimanê kurdî û gel amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgiritinê ya ji bo berxwedêrên azadiyê li ser navê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Lîlav Ala axivî. Lîlav Ala diyar kir ku her sê jinên şoreşger ku li Parîsê ji aliyê dewleta tirk ve hat qetilkirin, bi têkoşîneke giranbiha serî hildan û wiha got:"Her sê jinên têkoşer temsîla vîna jina azad bûn. Wan tucaran dev ji doza xwe bernedan û heta dawiya jiyana xwe bi sekneke bi rûmet têkoşîna xwe berdewam kirin. Loma her sê jinên têkoşer ji aliyê dewleta tirk ve li Parîsê hatin qetilkirin. Em ê doza wan û sekna wan a bi rûmet ji xwe re bikin nexşerê ya jiyanê."
Semîner bi pirs û nîqaşên derbarê jiyana her sê jinên kurd û siyasetmedar bi dawî bû.








