Hevserokên Navçeyên Kobanê hatin hilbijartin
- 12:05 6 Çile 2018
- Rojane
KOBANÊ - Endamên meclîsa navçeya Kobanê bi civînekê hevserokên xwe hilbjartin.
Meclîsên Kobanê ji bo hilbjartinên hevserokên xwe rêzecivînên xwe li dar dixin. Bi vê yekê jî meclîsa navçeya Kobanê hevserokên xwe hilbjartin û hevserokan sond xwarin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Di serî de hevseroka desteya perwerdeyê Meqbûla Bekî rêzikname xwend. Paşê jî ji bo hilbjartina hevserokên navçeyê deriyê hilbjartinê li pêşiya endaman hat vekirin. Di encama hilbjartinê de Sebah Nesan û Welîd Ciman bi ser ketin û weke hevserokên navçeyên Kobanê hatin hilbijartin. Di heman demê de weke cîgirên wan Bêrîtan Siqfet û Nebo Şêxo hatin hilbjartin.
Di dawiya civînê de hevseroka Navçeyê ku hatibû hilbjartin Sebah Nesan spasiya endamên meclîsê kir ku ew weke hevserok hilbijartine.








