Jinên Wanê bertek nîşanî 'Otobosên pembe' dan: Çi bi we hatiye?
- 10:50 6 Çile 2018
- Rojane
Dilan Babat-Hikmet Tunç
WAN - Di bin navê pêkhatina "Însiyatîfa Piştgiriya Sîvîl" ji aliyê komek mêran ve kampanyaya "ji bo jinan otobosên taybet ên pembe" hatibû destpêkirin. Jinên Wanê li dijî vê yekê bertekên tund nîşan dan û gotin:"Çi bi we hatiye?"
Di bin navê pêkhatina "Însiyatîfa Piştgiriya Sîvîl" ji aliyê komek mêran ve kampanyaya "ji bo jinan otobosên taybet ên pembe" li heft cihên cuda yên bajêr hatibû destpêkirin. Jinên Wanê li dijî vê yekê bertekên tund nîşan dan.
'Ji bo me ne pirsgirêk e lê çi bi we hatiye?'
Fatma Şelem diyar kir ku mêr bi aqilê xwe dixwazin qada jiyana jinan teng bike û wiha got:"Divê jin li qadên jiyanê xwe derxe holê. Çend heb mêr hatine ba hev û dixwazin mafê gotina jinê ya derbarê jiyanê de ji destên jinê bigirin û îmzayan didin hev. Otobosên pembe ji bo pirsgirêka tacîz û îstismarê ne çareserî ye. Tacîz û îstîsmar bi hişmendiya mêr pêk tê. Gelo otobosên pembê dê vê hişmendiya mêr bikaribe biguhere? Otobosên pembe li dijî îradeya jinê wekî darbeyekê ye.
'Jin bi her awayî tên cezakirin'
Aktivîsta VAKAD'ê ya ku bi KHK'yê hatibû girtin, Songul Deniz jî derbarê vê biryarê bertek nîşan da û wiha got:"Bi vê kiryara otobosên pembe dê azadiya jinê bê astengkirin. Bi vî awayî jinê bên cezakirin."
'Otobosên pembe dê pêşiya tacîzkaran veke'
Zelal Yildiz diyar kir ku ew tu caran vê biryarê napejirînin û wiha got:"Ez li gund jina tenê bûm ku diçûm zanîngehê loma mêran kevir diavêtin min. Lê min serî bi vê pirsgirêkê derxist. Otobosên pembe dê tenê pêşî li tacîzê veke."
'Zîhneyetek nexweş hebe ew jî ya mêran e'
Buşra Demir jî li dijî biryara otobosên pembe bertek nîşan da û wiha got:"Çi mafê wan heye ku dewsa jinan îmzeyan kom dikin? Ji bo çi dixwazin jinan li derekê hepis bikin? Ku zîhniyeteke nexweş hebe ew jî ya mêran e."
'Standên ku we li ser navê me ava kiriye em qebûl nakin'
Berfîn Gul jî nêrînên xwe yên derbarê otobosên pembe de wiha anî ziman:"Zîhniyeta ku her dem cilên jinê didarizîne bila berê zîhniyeta xwe biguherin. Kesên ku dixwazin otobosên pembe werin, xwediyê fikrên jirêderketî ye. Em standên ku we li ser navên me ava kirine qebûl nakin."








