'Cîhan feyzê ji şoreşa jinê digire'

  • 09:03 6 Çile 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Jinên Kobanê derbarê qetilkirina jinên kurd û siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan de diyar kirin ku têkoşîna her sê jinên leheng bû mînak û wiha gotin:"Divê jinên kurd li hêz û têkoşîna her sê jinên şoreşger xwedî derkevin û şopdarê doza wan a bi rûmet be." 
 
Yek ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê Fidan Dogan û ji tevgera ciwanan Leyla Şaylemez di 9'ê Çileyê 2013'an de li Parîsê bi hev re hatibûn qetilkirin. Derbarê salvegera qetilkirina Sakîne, Fîdan û Leyla de jinên Kobanê anîn ziman ku her sê jinên bi rûmet bûn sembola jina kurd.  
 
Jina bi navê Ciwan Kobanê diyar kir ku ew her sê jinên leheng bi têkoşîna wan  a pîroz bi bîr tîne û wiha got:"Cîhan feyzê ji şoreşa jinê digire. Ku jin hêza xwe bikin yek û li dijî zilmê bisekinin dê  jinê her bi ser bikevin. Em jinên kurd jî feyza xwe ji hêza Sakîne, Leyla û Fîdanan digirin."
 
'Hêviya wan dilê me her geş kir'
 
Jina bi navê Ronahî Xelil diyar kir ku ev komkujiya ku li dijî Sakîne, Leyla û Fîdan hatiye kirin li hemû jinan hatiye kirin û wiha got:" Hêviya her sê jinên şoreşger dilê me her geş kir. Ew bi hêvî û têkoşîna xwe ji hemû jinan bûn mînak. Loma em ê heta dawiyê şopdarê doza wan bin."
 
'Têkoşîna wan dê siberoja me ronî bike'
 
Kewser Osman jî  hestên xwe yên derbarê salvegera qetilkirina Sakîne, Leyla û Fîdan de wiha got:" Divê Dewleta Tirk hesabê qetilkirina her sê jinên kurd bide. Heta dawî em ê bi hest û kenên sê jinên leheng doza xwe bidomîne. Çimkî têkoşîna wan dê siberoja me ronî bike."
 
Her wiha Cîhan Kobanê jî diyar kir ku ev bûyera ku li Parîsê qewimî ji aliyê  MÎT a Dewleta Tirk ve  pêk hatiye û wiha got:"Rol û mîsyona Sakîne, Leyla û Fîdan a di şoreş û hişmendiyê de gelekî girîng e. Loma divê em xwedî li rol û mîsyona wan derkevin û ji xwe re mînak bigirin."