ROJEVA 6'Ê ÇILEYÊ 2018'AN

  • 09:00 6 Çile 2018
  • Rojev
*Duyemîn hejmara Kovara jinan ‘Femînerva’  a ji aliyê Pîrebokên Kampusê ve derdikeve bi dirûşma ‘hilweşandina tabuyan, tunehesibandina qedexeyan’ derket. BI DÎMEN
 
*Jinên Kobanê derbarê qetilkirina jinên kurd û siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan de diyar kirin ku têkoşîna her sê jinên leheng bû mînak û wiha gotin:"Divê jinên kurd li hêz û têkoşîna her sê jinên şoreşger xwedî derkevin û şopdarê doza wan a bi rûmet be." BI DÎMEN
 
*Li her deverên Tirkiyeyê çêkirina bendav û Santralên Hîdro Elektrîk(HES) hatine destpêkirin. Li 3 navçeyên Erdexanê jî xebatên HES’an hatine destpêkirin şûnde, çem û rûbar her ku diçin zuha dibin. Xwendekarên zanîngehê bertek nîşanî çêkirina HES’an dan û gotin ku divê ji bo jiyanek xweş divê tu kes  destûr nede qetilkirina xwezayê. BI DÎMEN
 
*Li gorî daneyên meclîsa ÎSÎG’ê di 2017’an de 2006 hezar karker di encama kuştinên kar de jiyana xwe ji dest dane. Ji Meclîsa ÎSÎG’ê Asli Odman diyar kir ku ji sedî 10’ê karkerên jiyana xwe ji dest dane jin in û ev hejmar jî tenê aliyê tê dîtin e û wiha got: “Pirsgirêk yeke, ji ber vê divê çareserî jî yek be. Tevgera Kurd, tevgera kedê, tevgera jinê, tevgera bajêr divê ligel hev bin.”
BI DÎMEN
 
*Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn derbarê kuştinên jinan ên zêde bûne de nirxandin kir û diyar kir ku li dijî van kuştinan têkoşîna hevpar a jinê pêwist e. BI DÎMEN
 
*Jinan bertek nîşanî Wezareta Karê Diyanetê ku li ser malpera xwe ya fermî cih da îfadeyên derbarê zewaca zarokan û îstîsmara zarokan teşwîq dike, dan û gotin: “Îfadeyên mijara gotinê ye hilberîna îdeolojiyekê ne. Destên xwe yên qirêj ji ser me bikişînin.”
BI DÎMEN
 
*Di çarçoveya lêpirsîna derbarê qetilkirina siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku li Sîlopiyê hatin qetilkirin de dosya hat amadekirin û di dosyayê de her sê jinên Kurd wek ‘gumanbar’ hatin bicihkirin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê  ku lêpirsîn dimeşand ji bo dosyayê biryara ‘veşarî’ û ‘bisînor’ anî. BI DÎMEN