Kongreya RJAK’ê hat destpêkirin
- 17:11 5 Çile 2018
- Rojane
SILÊMANÎ - 4'emîn Kongreya Asayî ya RJAK'ê bi tevlibûna gelek jinên ji her 4 parçeyên kurdistanê hat destpêkirin.
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) 4'emîn Kongreya xwe ya asayî li bajarê Silêmanî li Otela Perej bi tevlibûna 180'ê delegeyan da destpêkirin. RJAK'ê Kongreya xwe diyarî Endama PM'a DBP'ê Sêvê Demîr, Aktîvîsta KJA'yê Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel Pakîze Nayir ku di 4'ê Çileyê de li Sîlopiyê hatin qetilkirin û diyarî Destîna Qendîl a ku li Rojava di berxwedanê de jiyana xwe ji dest da kir.
Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir ve hate kirin û Şîlan wiha got; “RJAK’ê çend salin gavên giring avêtine. Di şer de pêşkêşiya jinan kiriye û rêya pakrewanên azadiyê berdewam kiriye. Di vê kongreyê de jî erka herî mezin dikeve ser milê wan. Ew jî ew e ku ji bo jinan pêşengtiyê bike ku bikarin di çarçoveya pergala xwerêveberiyê de bi rêxistin bibin.”
Peyama KJK'ê
Piştre peyama Komeleya Jinên Kurdistanê (KJK) hate xwendin û wiha hate ragihandin; “Em hemû bi hev re xebat dikin û divê li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya jinan ava bikin û li Rojhilata Navîn jinan bi rêxistin bikin. Her pêşketin û serkefetina hebe wê bi destê jinê çêbibe. Ev serkeftin jî bi kesekî çênabe. Pêwîstiya me bi xwe rêxistinkirin û yekgirtinê heye.”
Peyama TJA'yê
Her wiha di kongreyê de peyama Tevgera Jinên Azad (TJA) ji aliyê nûnera Jinên Bakûrê Kurdistanê Ayla Akat Ata ve hate pêşkêşkirin û Ayla wiha got; “Pirsgirêka jinê ne tenê li Kurdistanê, li gelemperiya cîhanê yek e. Ji bo wê divê jin bibe xwedî îrade û biryar. Ji bo pêkanîna jiyana azad, destpêkê xwe azad bikin.”
Ayla di berdewamiya axafitina xwe de wiha got : “Niha parlamenterên me û hevşaredarên bajarên me di bin zûlm û zextên dewleta bi hişmendiya baviksalar tê rêveberin de ne. Belê divê em gavê şûnde ne avêjin û pêwîste bi yeketiyê dawî li vê desthilatdariyê bînin.”
Piştre Hevseroka Meclisa Demokratîka Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Filîz Bûdak peyama Meclisa Îştar a jinên Mexmûrê xwend û wiha hat ragihandin; “Em weke jinên Kurd xwedî şansek mezin û dîrokî ne ku Rêberek weke Rêber Apo me heye. Damezrandinê azadiya jinê û ji bo tekoşîn dike ye.”
Peyama KJAR'ê
Piştre Rêvebera Rêxistina Komelgeya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Bêrîvan Sine jî axivî û wiha got; “Em di wê baweriyê de ne ku di hemû civakan de pergala desthilatdariya baviksalar jinan bihêztir dike. Pêwîste em jinên kurd jî bi vê armancê têkoşîna xwe berfirehtir bikin. Ji ber ku ti kesek nikare bibe asteng li pêşiya jinek ku ruhê xwe yê azad pêş xistibe.”
Kongreya Star
Her wiha nûnera Kongreya Star Reyhan Nuqî axivî û ev tişt got:; “Hêvî dikim ev sal bibe sala azadiya Rêber Apo. Her wiha bibe sala azadiya hemû jinên Kurdistanê. Em di wê baweriyê de ne ku jinên başûrê Kurdistanê têkoşîna jinên Rojava ji bo xwe bikin mînak. Weke çewan li Rojava Kongreya Star karî ne tenê jinên kurd, hemû jinan bi rêxisitn bike, li Başûr jî bi heman şêweyî divê jinên hemû pêkhate û gelan werin rêxistin.”
kongre bi niqaşan berdewam dike.








