‘Hikûmeta tirk her çiqas neyarê kurdane ew qas jî neyarê olê ye’
- 09:26 5 Çile 2018
- Rojane
Rojda Aydin
AMED - Endama Kongreya Îslama Demokratîka(DÎK) ya Êlihê Sabahat Acar êrîşên ku li dijî goristanên gorên PKK’yiyan hatibûn kirin nirxand. Sabahat got ku hikûmeta tirk her çiqas neyarê kurdane ew qas jî neyarê olê ye. Dewlet bi êrîşan dixwaze kurdan bitirsîne.
Endama Kongreya Îslama Demokratîka(DÎK) ya Êlihê Sabahat Acar êrîşên ku li dijî goristanên gorên PKK’yiyan hatibûn kirin nirxand. Sabahat got ku hikûmeta tirk her çiqas neyarê kurdan e ew qas jî neyarê olê ye. Dewlet bi êrîşan dixwaze kurdan bitirsîne. Lê belê gelê kurd tu carî ji êrîşan natirse. Ji ber ku gelê kurd bi salane li dijî êrîşan têdikoşe û vê gavê şûnde jî wê têbikoşe
Sabahatê di serî de êrîşên ku li dijî goran û goristanên PKK’yiyan tên kirin şermezar kir û got kê êrîşên bi vî rengî di tu olî de tune ne û wiha berdewam kir: “Rojek Hz. Muhammed bi eshebiyan re li ber mizgeftekê rudinê û di wir re cinazeyê yahudiyekî derbas dibe. Hz. Muhammed radibe her du destê xwe dide ser hev, hetanê ku cinaze derbas dibe. Ev jî tê wê wateyê ku ji kîjan olê, netewê û zimanê dibe bila bibe divê hûrmeta mirov ji cenazeyan re hebe. Lê belê ne ol û ne jî rêzdariya dewleta tirk heye. Cenazeyê kurdan ên jinan tazî dikin û datînin holê, cinazeyên din jî parçe dikin û nadin malbatên wan. Ew têr nake vê gavê berê xwe daye goristanan. Ev tiştê ku li dijî kurdan tê kirin hovîtiyek pir mezin e. Lê belê em ê li dijî vî tiştî serî netewînin û em ê hesabê ji wan bixwazin.”
‘Hikûmeta tirk ji gorên me ditirse’
Sabahatê di berdewama axaftina xwe de got ku divê gelê kurd ji vê rewşê peyamekê derbixe û li dijî zilmê serî bilind bike. Sabahatê wiha pêl da axaftina xwe: “Em êdî nizanin ku ji van zaliman re bêjin çi. Li dijî goristanan ev êrîşên ku hatin destpêkirin kîn û nefreta me gelek mezin dikin. Hikûmeta tirk bi me kurdan nikare, vêcarê berê xwe daye goristanan û hildiweşîne. Hikûmeta tirk ji gorên me ditirse. Lewra jî dixwaze hemû gorên kurdan ji holê rabike.”
'Civhên van êrîşan di tu olan de tune ye'
Sabahatê di dawiya axaftina xwe de got ku ev êrîşên ku li dijî gorên kurdan tên kirin ne di olên xiristiyanî, yahudî û mezheban de tune ye û qedexe ye. Kesên ku vî tiştî dikin hovîtiya xwe nîşan didin. Hikûmeta tirk dijminê ol e û em jî vê dibînin. Sabahatê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hikûmeta tirk her çiqas neyarê kurdane ew qas jî neyarê ol ê.”








