Zozan Dêrik: Sakîne Cansiz nirxeke pîroz a Tevgera Azadiya Jinê ye
- 09:22 5 Çile 2018
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ - Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê Zozan Dêrik, salvegera komkujiya Parîsê şermezar kir û bîranên xwe yên bi Sakîne Cansiz re anî ziman.
Di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê komkujiyek hovane li ser sê jinên şoreşger ên Kurd pêk hat. Di kesayeta jina pêşeng a Tevgera Azadiya Jinê Sakîne Cansiz û du jinên şoreşger Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de bi awayekî hov bi destên dewletên desthilatdar, komkujiyek li ser hemû jinan pêk hat. Di salvegera vê komkujiya bêbext de û ji bo bîranîna wan Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê Zozan Dêrik axivî û armanca vê komployê nirxand.
'Bi hezaran jin li ser şopa Sakîneyê azadiya xwe nas kirin'
Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê Zozan Dêrik wiha behsa kesayeta têkoşer a Sakîne Cansiz kir: "Dema ku em li dîroka têkoşîna azadiyê dinêrin, em dibînin ku Sakîne Cansiz yek ji kesayetiyên ku rolên pir mezin û girîng di tevgera azadiya jinê de lîstine û cihekî wan yê pir bi nirx û wate heye. Navê Sakîne Cansiz weke nexşeyekê di mejiyê zarok û mezinên Kurdistanê de hatiye xêzkirin. Heval Sakîne di zindana Amedê de berxwedaneke bêhempa da meşandin. Îro jî bi hezaran jinên Kurd li ser riya wê, xwe û azadiya xwe nas kirin."
Zozanê di dewama axaftina xwe de bal kişand li ser tekoşîna Sakîne Cansiz û bandora wê ya li ser jinan û wiha pê de çû: "Ji wan dengên jinên ku di nava Tevgera Azadiyê de bandor li me kirin, heval Sakîne bû. Di jiyana wê de seknek wê ya taybet hebû, seknek wê ya bi famkirin û lêkolînkirin hebû. Jineke di nav nakokiyan de mezin bûye, ji ber vê yekê heval Sakîne nirxeke pîroz ya jina têkoşer e, her wiha bingeha avakirina îdeolojiya azad a jina Kurd e. Di demeke ku civakê qebûl nedikir ku jinek bibe têkoşer, Sakîne Cansiz li hember vê hişmendiyê li ber xwe da. Şeş sal li ser komkujiya Parîsê derbas dibe, ev komkujiya ku li ser sê jinên kurd pêk hat, berdewamiya komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo ye. Armanca wê jî lêxistina derbeyê li mêjiyê Tevgera Azadiyê û peyamek ji bo Tevgera Azadiya Jinê ye."
'Di kesayeta Şehîd Sakîne de hemû jinên azadîxwaz hatin hedefgirtin'
Zozan Dêrik herî dawiyê diyar kir ku di kesayeta Sakîne Cansiz de hemû jinên azadîxwaz hatine hedefgirtin û wiha got: "Di kesayeta heval Sakîne de hemû jinên azadîxwaz bi taybet li Kurdistanê hatin hedefgirtin. Divê em riya Sakîneyan bidomînin, şehadeta heval Sakîne ji bo me êşek pir giran bû, lê ew nikarin bi van kiryarên qirêj vîna jinê biçewisînin. Şehadeta wê êşek pir mezin bû, lê riya me jî ronî kir, em ê jî bi vê ronahiyê li ser şopa wê bin. Bang li her mirovekî û bi taybet li jinan ku ji azadiyê hez dikin, dikim ku xwedî li heval Sakîne derkevin û tola wê rakin da ku hemû jin bighêjin azadiya xwe."








