DYK atolyeyên femînîzmê da destpêkirin: Bila gotina jinan zêde bibe
- 09:06 5 Çile 2018
- Rojane
Duygu Erol
ENQERE - Ji aliyê Meşa Jinên Cîhanê ya Platforma Çalakiyên Navneteweyî ve atolyeyên femînîzmê hatin destpêkirin. Derbarê atolyeyan de Helîn Demîrkent axivî û got: “Hîna gelek tiştên em li rûyê hev nanêrin û naaxivin hene; şîdet, tacîz, parastina cewherî û mîlîtarzîm. Ne tenê atolyeyên me ez hêvîdar im li bajarên din jî di siyasetên din de jî atolyeyên bi vî rengî bên vekirin û gotina jinan zêde bibe.”
Meşa Jinên Cîhanê ya Platforma Çalakiyên Navneteweyî (DKY) atolyeyên femînîzmê da destpêkirin. Di atolyeya mehekê de kom bûye de mijarên wek ‘hest û femînîzm’, ‘şîdet û rexneya femînîst a li hember şîdetê’, ‘femînîzm û laîkbûn’ hatin nîqaşkirin û atolyeya çaremîn bi mijara ‘di çapemeniyê de jin’ ya Sevîla Çelenk didome. Endama atolyeyê Helîn Demîrkent derbarê xebatan de agahî da û got di atolyeyan de civînên bilindkirina hişmendiyê pêk hatiye û di heman demê de vegera li demê jî dihewîne.
‘Me got em bi jinan re bên cem hev’
Helînê bi lêv kir ku li ser nîqaşan fikra atoleyê derketiye holê û bi atolyeyan re fikra weşanê jî hatiye nîqaşkirin û wiha pê de çû: “Me hewl da em hem pêkhateyên xwe hem jî jinên difikirin, dinivîsin bînin cem hev. Di encamê de jî fikra atolyeyê derket holê. Me biryara mijaran ên dê di atolyeyê de bê dîtin da. Piştre me tevlîbûna jinan nîqaş kir. Me xwest jin bi awayekî aktîf tevlî atolyeyan bibin û berpirsyariyê bi awayekî hevpar bimeşînin. Wisa jî bû.”
Helînê di berdewamiya axaftina xwe de tevlîbûna atolyeyan zêde nabe lê aliyekî baş ê van atolyeyan heye û ev atolye wek civînên bilindkirina hişmendiyê hatine plankirin û ji xwe ji bo nîqaşkirinê jî hejmara civînê herî zêde divê 20 kes bin.
Helînê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevgera jinan a Tirkiyeyê li cîhanê yek ji tevgereke girîng e û wiha pê de çû: “Hîna gelek tiştên em li rûyê hev nanêrin û naaxivin hene; şîdet, tacîz,parastina cewherî û mîlîtarîzm. Ne tenê atolyeyên me ez hêvîdar im li bajarên din jî di siyasetên din de jî atolyeyên bi vî rengî bên kirin û gotina jinan zêde bibe.”








