ROJEVA 5'Ê ÇILEYÊ 2018'AN
- 09:00 5 Çile 2018
- Rojev
*Dr. Burcu Gursoy ku berê jî ji ber bi rêjeyek zêde derman dabû zarokên Kurd û bû sedema xesarên mezin, derkete holê ku derbarê kedkarên di 1’ê Gulana 2015’an de hatine binçavkirin de pêkanînên ne cih de kiriye û bi sûcdariya karê xwe ne baş bi kar aniye li 38’emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Stenbolê doz lê hat vekirin.
*Ji aliyê Meşa Jinên Cîhanê ya Platforma Çalakiyên Navneteweyî ve atolyeyên femînîzmê hatin destpêkirin. Derbarê atolyeyan de Helîn Demîrkent axivî û got: “Hîna gelek tiştên em li rûyê hev nanêrin û naaxivin hene; şîdet, tacîz, parastina cewherî û mîlîtarzîm. Ne tenê atolyeyên me ez hêvîdar im li bajarên din jî di siyasetên din de jî atolyeyên bi vî rengî bên vekirin û gotina jinan zêde bibe.” BI DÎMEN
*Halîl Hazar ê îşkenceya sîstematîk li Kîmmet Hazar kir û ew qetil kir, cezayê muebetê yê girankirî lê hat birîn.
*Li herêma di navbera Balveren û Qilqabanê de ya 10 kîlometreyan ji Şirnexê dûr e, bi hinceta ‘ewlehiyê’ ev çend meh e bi sedan dar lê hatin birîn. Tevî bertekên gel qirkirina daran didome û welatiyan derbarê birîna daran de wiha got: “Cerdevan hem dibirin û hem jî dest didin ser. Hem jî pêşkêşî dewletê dikin.”
*Di qirkirina Ruandayê de şîdeta zayendî ya li hember jinan pêk tê wek alavek şer tê bikaranîn û nêzî 500 hezar jinên Tutsî ji bo ji nîjada xwe zarokan neynin cîhanê rastî şîdeta zayendî hatin.
*Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê Zozan Dêrik, salvegera komkujiya Parîsê şermezar kir û bîranên xwe yên bi Sakîne Cansiz re anî ziman. BI DÎMEN
Endama Kongreya Îslama Demokratîka(DÎK) ya Êlihê Sabahat Acar êrîşên ku li dijî goristanên gorên PKK’yiyan hatibûn kirin nirxand. Sabahat got ku hikûmeta tirk her çiqas neyarê kurdane ew qas jî neyarê olê ye. Dewlet bi êrîşan dixwaze kurdan bitirsîne.BI DÎMEN








