Li Serêkaniyê li dijî tecrîdê semîner hat dayîn

  • 17:44 4 Çile 2018
  • Rojane
SERÊKANIYÊ - Di çarçoveya hemliya Kongira Star de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan mamosteyên bajarê Serêkaniyê semînerek dab.
 
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan Kongira Star li Navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî sermînerk li ser jiyana Rêberê PKK'ê ji aliyê Kongra Star ve ji mamosteyan re hat dayîn. Di smeînerê de bi dehan mamoseteyên kurd û ereb amade bûn. Cihê semînerê bi wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocelan hat xemlandin. Semîner ji aliyê Hevseroka Meclisa GEL Rîhan Xelîl ve hat dayîn û di semînerê de jiyana Rêberê PKK'ê û têkoşîna wî ji mamosteyan re hat vegotin. 
 
Semînera ku hat dayîn bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.