Li Rojava li dijî tecrîdê meşên girseyî hatin lidarxistin
- 17:27 4 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN/GIRIKÊLEGÊ - Têkildarî çalakiyên şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û eşkerenekirina rewşa ewlekarî û tendirustiya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan Rêxistina Kongira Star li herêma Efrînê bi dirûşma "Sonda me em ê pergala Îmraliyê parçebikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" meşek girseyî li dar xist. Herwiha li Girikêlegê jî ji aliyê jinan ve di pêşengiya Kongara Star a Girkêlegê de dîsa li djijî tecrîdê meş hat lidarixistin
Di bin diruşmeya”sonda me em ê pergala Îmraliyê perçebikin û bi Rêber Apo re azad bijîn” Kongira Star bi tevlîbûna hemû Sazî û Desteyên Rêveberiya Xweser bi dirûşma "Sonda me em ê pergala Îmraliyê parçebikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" meşek girseyî li dar xist. Li aliyê din li Girikêlegê jî ji aliyê jinan ve di pêşengiya Kongara Star a Girkêlegê de dîsa li djijî tecrîdê meş hat lidarixistin.
Di meşa hat lidarixistin de alên TEV - DEM û Kongreya Star hatin hilgirtin û pankartên bi nivîsa "Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye” û dirûşmên "Azadî ji bo Abdullah Ocan” , "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin. Di dawiya meşê de li ser navê Kongreya star Suad Elîko,li ser navê Yekîtiya Ciwanên Rojava Gulê Cimo û li ser navê Tevgera Civaka Dekokratîk Husên Efrîn ,axivîn.
Endama Kongreya Star Suat Eliko tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ji aliyê dewleta tirk ve tê meşandin tecrîdeke pir girane. Ev tecrîdekê li ser gelê kurd û bi tevahî mirovahiyê ye. Lê belê bila dewleta tirk baş zanibe ku îradeya gelê kurd nayê şikandin. Ji ber ku gelê kurd li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşe. Her wiha ji bo azadiya Rêber Apo her roj gelê kurd û bi taybetî j jinên herêma Efrînê wê di çalakiyan de bin û li kolanan bin. Ji ber ku azadiya Serok Apo azadiya mirovahiyê ye.”
Di dawiya axaftinê de hat gotin ku:”Rêber Apo ji gelê kurd re xeta Sur e û ala ku bi xwîna pakrewanan roj bi roj bilintir dibe felsefeya Rêber Apo mezintir dike.
Meş bi dirûşmên “bê Serok jiyan nabe”Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.
Li Girikêlegê jin li dijî tecrîdê daketin qadan
Bi dirûşmeya "em ê pergala imraliyê parçebikin û bi rêber Apo re azad bijîn " Rêxstina Kongira star meşek li dar xist.
Li navçeya Girkêlegê girêdayî bajarê Dêrikê herêma Cizîrê jinan di pêşenbgiya Kongira Star de meşek li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dar xist Di meşa hat lidarixistin de wêneyên Rêber Apo û pankertin "Azadiya rêber Apo azadiya gelan e " hat hilgirtin û dirûşmên "Bijî berxwedana rêber Apo", " Em ê sala 2018'an bikin sala azadiya rêber Apo " hatin berzkirin.
Meşa ku ji aliyê jinan ve hat lidarxistin bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî bi dawî bû.








