Li bersûcê îstîsmara zayendî 35 sal ceza hat birîn

  • 14:45 4 Çile 2018
  • Rojane
WAN - Di daneşîna biryarê ya doza Emrah Toprak de ku ji sûcê îstîsmara zayendî diahat darizandin 35 sal cezayê girtîgehê li Emrah Toprak hat birîn.
 
Li gundê gundê girêdayî Çardêran a Wanê 4 gulanê Emrah Toprak ê ku şivantî dikir, zaroka 7 salî ku bi biyrayê xwe re hatibû gîha diçinî bi îstîsmara zayendî re rûbirû hiştibû.  Piştî ku bûyer derket holê Emrah hat girtin û girtîgeha Tîpa A ya Erdîşê. Daneşîna 5'emîn a doza Emrah ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê ve hat dîtin. Emrah bi riya SEGBÎS'ê tevli dozê bû. Malbat zarokê , parêzerên wê û aktîvîstên jin ên endamên YAKA - KOOP'ê jî li daneşînê amade bûn.
 
Heyeta dadgehê ku biryar da derbarê Emrah de 35 sal cezayê girtîgehê birî.