'Bila Serokatiya Karên Diyanetê bê girtin'

  • 13:11 4 Çile 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Komeleyên Jinan ên Tirkiyeyê Canan Gullu diyar kir ku divê derbarê Serokatiya Karên DIyanetê de ji ber parvekirinên ku li ser medyaya civakî weşandin û zewaca zarokan meşrû dike lêpirsîn bê destpêkirin. 
 
Seroka Komeleyên Jinan ên Tirkiyeyê Canan Gullu, derbarê pearvekirinên Seokatiya Karên Diyanetê ku li ser medyaya civakî parvekrin ku îstîsmara zarokan û zewaca zarokan meşrû dike de daxuyaniyeke nivîskî weşand.  
 
'Berê jî gotinên bi vî rengî hatibûn kirin'
 
Canan Gullu di daxuyaniya ku weşand de diyar kir ku ew bi gotinên  rêgezên Qanûna Ceza, Qanûna Bingehîn û Peymana Mafên Zarokan binpê dike re rûbirû mane û ji van gotinan yek jê jî parvekirinên li ser sîteya Diyanetê hatine weşandin in. Di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku Diyanetê di demên berê de jî daxuyaniyên bi vî rengî dane û ev tişt hat gotin: " Mixabin li gel ku 2 sal derbas bûn jî Serokatiya Karên Diyanetê ji helwesta xwe ya dijminane ya li dijî zarok û jinan paşve gav ne avêtiye û tu sererastkirinek di vî warî de nekirye. Herwiha vê saziyê her civak teşwîkî sûc kiriye û ji bo ku suc çawa tê kirin rêzanî kiriye."
 
'Zîhniyetek zayendperest û tundî parêz'
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser gotinên "mirovên bi karê olî re mijûl dibin" ên li kolan,mizgeft û dibistanan yên derbarê jin û zarokan de û wiha hat gotin: "Sîteya Serokatiya Karên Diyanetê, tenê ne ji bo ku zewaca zarkên keç ên di temenê 9 salî de û ensestê meşrû bike ye. Di heman demê de wekî platformeke  ku dijminantiya li dijî zarokan û li dijî jinan kur bike tevdigere."
 
'Divê hikûmet berpirsiyariya xwe bi cih bîne'
 
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku divê hikûmet demildest berpirsiyariya xwe bi cih bîne û wiha dawî li daxuyaniyê hat anîn: "Di demên dawîn de dozên ku di warê hiqûqî de derabrê îstîsmara zarokan de tên vekirin her ku diçe zêde dibin. Zêdebûna van dozan ji ber ku gotinên zarokan wekî obje dibînin zêde dibin û ev jî ji aliyê kesên wekî 'mela' anî jî kesên kerkdar ve tên kirin e.  Her wiha sedema yrudan ku mijara îstîsmarê wekî bûyerek rûtîn her roj di rojevê de ye jî ji ber hişmendiya baviksalar a serdest û dirûtiya zîhniyeta serdest e."