4 jinên Êzidî ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin

  • 12:16 4 Çile 2018
  • Rojane
ŞENGAL - 4 jinên Êzidî ji aliye hêzên QSD'ê ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin. Jinên ku hatin rizgarkirin ji aliyê TAJÊ û MXDŞ'ê radestî malbatên wan hatin kirin. 
 
3'ê Tebaxa 2014'an de DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kiribû û bi hezaran jin hêsîr girtibûn, gelek jê qetilkiribûn û gelek jin hatibûn firotin û îşkence bi wan hatibû kirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi destpêkirina hemleya 'Xezaba Firatê' gelek jinên Êzidî ji çeteyên DAÎŞ'ê xelas kirin. Herî dawî 4 jinên Êzidî ji aliyê QSD'ê hatin xelaskirin. Kesên ku hatin xelaskirin diyar kirin ku wan gelek zext û zordarî ji destên DAÎŞ'ê kişandine û îşkenceyên giran li wan hatine kirin.
 
Jina Êzidî ya bi navê Necwa Hecî Xwedêda û 21 salî wiha got:"Min gelek zehmetî kişand û ez ji îşkenceyên giran derbas bûm. Gelek spas dikim ku QSD'ê ez ji destên çeteyan xelas kir. 3 xwişkên min jî ji destên çeteyan rizgar bûn. Lê hîn xwişkek min a din jî di destên wan de ne. Ez hêvî dikim ku xwişka min a din jî ji destên wan hovan bê xelaskirin." 
 
'Min hêviya xwe qet wenda nekir'
 
Yisra Xelef Xwededa ya 11 salî jî diyar kir ku wê hêviya xwe qet wenda nekiriye û wiha got:"Ez û meta xwe bi hev re ketin destên DAÎŞ'ê. Em bi îşkenceyên dûrî mirovatiyê rû bi  rû  man. Me gelek caran hewl da ku em birevin lê her carê çeteyan em girtin û îşkence bi me kirin. Lê me hêviya xwe qet wenda nekir me got rojekê em ê xelas bibin. Em hêvî dikin ku jinên din ên di destên çeteyan de jî bên xelaskirin û ji îşkenceyê xelas bibin."
 
'Ji bo parastina mafên xwe em ê têbikoşin'
 
Şîrîn Birahîm Ehmed a 17 salî jî diyar kir ku çeteyan îşkenceyên li dijmirovatiyê pêk aniye û wiha got:"Dema ku em di destên çeteyan de bûn jiyan li me bûbû dojeh. Me nedikirin dewsa mirovan. Lê ez a niha gelek kêfxweş im ku hatim xelaskirin. Spasiyên xwe ji QSD'ê re pêşkeş dikim ku me xelas kirin. Em ê hêviya xwe qet wenda nekin û em ê her dem ji bo parastina mafên xwe têbikoşin." 
 
'Em ê hêz û têkoşîna xwe berztir bikin'
 
Alîya Şemê Dêro jî anî ziman ku ew tu caran zilma çeteyan ji bîr nake û ji bo careke din bi êrîşeke bi vî rengî rû bi rû nemine dê têbikoşe û wiha got:"Divê mirov ji bo li dijî vê jiyana dijwar têk neçe, hêz û têkoşîna xwe berztir bike. Em ê jî hêz û têkoşîna xwe berztir bikin û serî li dijî zilmê netewînin."