Li Kobanê 4 şervanên azadiyê hatin oxirkirin
- 10:01 4 Çile 2018
- Rojane
KOBANÊ - Bi hezaran cenazeyên 4 şervanên azadiyê yên ku li mekan û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Şehîd Dicle hatin oxirkirin.
Şervanê QSD'ê Cemîl Cadir (Ebû Hemîd) li Minbicê jiyana xwe ji dest dabû, şervana YPJ'ê Elîf Ebdî (Viyan Koçer) di encama qezayekê de li Minbicê jiyana xwe ji dest dabû, şervanên YPG'ê Idrîs Mustefa (Mezlûm Kobanê) û El Ebû Riz (Rustem Kobanê) di Pêngava Bagera Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê ji bo oxirkirina cenazeyên şervanên azadiyê li Goristana Şehîd Dicle kom bûn û li gel dirûşmên'dilsoziya bi şehîdan re' û bilindkirina wêneyên wan pêşwaziya kerwanê cenaze kirin.
Li goristanê merasîmek hat lidarxistin, merasîm bi rêzgirtin û turaneke leşkerî ji aliyê şervanan ve dest pê kir.
Di merasîmê de, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sonda şopandina şervanên azadiyê hat dayin.
Nasanameya şervanên azadiyê hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.
Bi tililiyên dayikan û dirûşma "Şehîd namirin" şervanên azadiyê hatin definkirin.








