Gelê Qamişloyê tecrîd şermezar kirin
- 09:38 4 Çile 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Gelê kantona Qamişloyê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin meşek li dar xistin.
Li bajarê Qamişloyê bi pêşengtiya TEV-DEM'ê bi beşdarbûna hezaran kesan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin. Di meşê de posterên Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ'ê hat hilgirtin û pankartên bi nivîsên " Soza me, em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi rêberê xwe re azad bijîn" hat vekirin û gel li Çerxeriya Osman Sebrî ya taxa Hilêliyê dest bi meşê kir.
Li ser navê Kongra Star, Şaha Xelîl axivî û wiha got:"Xwediyê felsefeya Neteweya Demokratîk Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn têdikoşe. Dewletên komploger nikarin çirûska şoreşê vemirînin, şoreş her berdewam e, heta ku Abdullah Ocalan azad bibe."
Çalakî bi dirûşmên "Ji Abdullah Ocalan re azadî" bi dawî bû.








