Çalakiya gireva birçîbûnê ya li herêma Efrînê bi dawî bû

  • 09:30 4 Çile 2018
  • Rojane
EFRÎN - Çalakiya gireva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiribû bi dawî bû. 
 
Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeya Racoyê ya herêma Efrînê bi pêşengtiya Kongira Star û bi dirûşma" Sonda me em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" dest pê kiribû bi dawî bû. Ji bo konê greva birçîbûnê hemû Sazî û Desteyên Rêveberiya Xweser,Hêza Parastina Civakî, Asayîş û şêniyên herêma Racoyê amade bûn. Bi dehan şêniyên navçeya Bedîna serdana konê gireva birçîbûnê kirin.
 
Çalakî bi axaftina Endamê TEV-DEM`ê Dîler Cûdî û Endama Kongreya Star Salîhe Mihemed  bi dawî bû.
 
Axafitvanan spasiya kesên ku beşdarî çalakiyê bûne kirin û gotin ku coşa beşdarbûna çalakvanan girêdana wan bi Abdullah Ocalan re diyar dike.Her wiha di axaftinan de tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hate teqezkirin ku kes nikare îradeya gelê herêmê têk bibe.
 
Çalakiya konê greva birçîbûnê bi dirûşma " Bê serok jiyan nabe, ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azadî" bi dawî bû.