Sînemevan Dîlek Çolak: Jin xwe bi fîlmên xwe azad dikin
- 09:18 4 Çile 2018
- Rojane
Berîtan Canozer
STENBOL - ‘Tu dikarî bitirsî. Di encamê de tu di nava lîstekek ku rêgezên wê te ava nekiriye û gunehê wê bi te nayê de ye. Wek lîstika santraçê rêbazên wê jî ne zelal in. Ez dixwazim sînemayê bikim…’ Ev gotin aydê derhêner senarîst Dîlek Çolak e. Dîlekê diyar kir ku çeka herî mezin a jinên dixwaze sînemayê bike çîrokên wan in û got jin dikarin bi fîlmên xwe, xwe azad bikin.
Dîlek Çolak ji beşa Tv Sînemayê ya Zanîngeha Mîmar Sînan mezûn bûye. Heta niha derhênerî û senarîstiya gelek belgefîlm û fîlman kiriye. Dîlekê îmze avêtiye gelek fîlmên wekî Ji Tarîtiyê Ber bi Ronahiyê ve, Dayikên ku Ji Zarokên xwe Bûye, Yên bê Patron,Tevgera Karkerên Bêax ên Bolîvyayê. Dîlekê herî dawî fîlmê Hemşîre kişand û di fîlm de şîdeta li ser jinê, zextên li ser muxalîfan û bêmafiyan dike mijar. Dîlekê diyar kir ku di fîlmê Hemşîre de di esasê de xwestiye çîroka du jinên xurt vedibêje lê ji vê fikrê şûnde gav avêtiye û wiha got: “Çîrok her ku pêş ket min dît ku dema ez jina şoreşger vedibêjim di esasê de ez xwişka xwe vedibêjim. Vê ez wê demê tirsandim. Ji ber ez ne amadebûm xwişka xwe vebêjim. Ji ber vê min di Hemşîre de beşek vê bîranînê bi kar anî. Yên me jî ez ji bo senaryoyek din vedişêrim. Yanî hîna qêrînek min a mezin heye.”
‘Min bi jinan re hêsantir têkilî danî’
Dîlekê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bi kadro û ekîba setê ya fîlm re piştevaniyek mezin derxistiye holê û fîlm bi vî awayî temam kiriye û got: “Derhênerên jin di gelek mijaran de xwedî derfet in. Bi taybet min ev di kişandina belgefîlman de ferq kir. Dema li ser erdên tûtin,çay, findikan bi kameraya xwe bi tena serê xwe digeriyam vê derfet dida min. Ji ber ên li van deran dixebitîn zêdetir jin bûn. Bi min re axaftin, parvekirin hêsan bû û bi bawerî bû. Dema xebatên min ên li Başûrê Amerîkayê jî min bi jinan re bi hêsanî têkilî danî.
Di sînemayê de feraseta serdest a mêr…
Dîlekê bi lêv kir ku di sektora sînemayê de zîhniyeta mêr serdest e lê heta niha bi hevalê xwe yên xebatê re pirsgirêk nejiyaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo wan ne girîng e ku ya cuda mêr an jî jin bike. Sînemaya cîhanê li pêş kamerayan jinên ciwan û xweşik diafirînin û jinan kategorîze dikin.”
Dîlekê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jin bi fîlmên xwe, xwe azad dikin û ev bang kir: “Tu dikarî bitirsî. Di encamê de tu di nava lîstekek ku rêgezên wê te ava nekiriye û gunehê wê bi te nayê de ye. Wek lîstika santraçê rêbazên wê jî ne zelal in. Ez dixwazim sînemayê bike. Dîlekê diyar kir ku çeka herî mezin a jinên dixwaze sînemayê bike çîrokên wan in û got jin dikarin bi fîlmên xwe, xwe azad bikin. Çeka min a herî mezin a li dijî tirsê çîrokên min in. Ez her tim vê ji xwe re dibêjim ‘şûnde gavê navêje, bêdeng nemîne, dest jê bernede’. Her jina ku çîroka wê heye divê li dijî her cureyên zextan têbikoşin.”








