Rapora otopsiya Cemîle ya hat qetilkirin temam bû: li bedena wê şopa îşkenceyê heye

  • 09:14 4 Çile 2018
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Cemîle Bîlen a di 2017’an de di meha mijdarê de li mezraya Yayalar ya Dêrikê di pevçûna mêran de hat qetilkirin  rapora otopsiya wê temam bû. Li gorî raporê sê gule li bedena Cemîleyê ketiye û serî, mil û çîpên wê şikestiye. Bi vê re derket holê ku Cemîle rastî şîdet û îşkencê hatiye. Derbarê qetilkirina Cemîleyê de du kes hatin girtin û xizmên Cemîleyê daxwaz kirin ku her kesên ku tevlî bûyerê bûne bila bi awayekî giran bên cezakirin.
 
Cemîle Bîlen a 55 salî di mijdara 2017’an de li Mezraya Yayalar a Dêrika Mêrdînê de hat qetilkirin. Hat hînbûn ku Cemîleyê di şerê navbera mêrên malbatê de hedef hatiye girtin û bi guleyên li bedena wê ketiye jiyana xwe ji dest daye. Bi raporê hat îspatkirin ku Cemîle piştî hatiye qetilkirin şûnde ji aliyê mêran ve dîsa rastî şîdetê hatiye.
 
Ewil lêxistin piştre îşkence lê kirin
 
Hunîgul Bîlen a berê agahî dabû ajansa me wiha gotibû: "Piştî em hatin malê wan ji bo birîndarên xwe wesayet anîn ser erd. Birîndar birin. Lê dayika hevjînê min saetekê li wir ma. Me ji tirsan nedikarî biçûna ew bianiya.  Em zû biçûna wê niha bijiya. Lê xwîna wê zêde çûbû. Bi birîndarî li dayika me xistibûn."Li gorî rapora otopsiyê îdia teqez bûn. Hat hînbûn ku gule li serî, sîng û zikê wê ketiye û ligel vê bi birîndarî îşkence lê hatiye kirin, di serî, mil û lingê wê de şikestin hene."
 
Piştî qetilkirina Cemîleyê şûnde kurê wê Lokman Bîlen ê tevlî şer bûbû hat binçavkirin û hatibû îdiakirin ku Lokman li Cemîleyê xistiye. Di encama lêkolînên balîstik de derket holê ku gule ji çeka Ahmet Bîlen û Mehmet Saît Bîlen derketiye. Gumanbaran di îfadeya xwe de diyar kirin ku piştî li Cemîleyê xistine şîdet lê kirine.
 
Xizmên Cemîleyê diyar kirin ku ew dixwazin sûcdar cezayê herî giran bigirin û gotin: "Jina bêguneh bi awayekî hovane qetil kirin. Jina bêparastin ewil qetilkirin û piştre îşkence lêkirin. 15 kes tevlî bûyerê bûne lê tenê du heb girtîne. Em dixwazin hemû berpirs bên darizandin."