‘Ev ax û hestiyên revandine jî yên me ne’

  • 09:06 4 Çile 2018
  • Rojane
WAN - Malbatan bertek nîşanî 268 cenazeyên aydê PKK’iyan ku ji goristana Garzan hatine derxistin û birina Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê dan û gotin: “Hûn ji Kurdistanê û ji zarokên Kurdistanê çi dixwazin? Ev ax jî û hestiyên birine jî yên me ne.”
 
Li taxa Oleka Jor ya Bedlîsê di 19’ê kanûna 2017’an de di qedexeya derketina derve ya hat îlankirin de goristana Garzan hat hilweşandin û 279 gorên aydê PKK’iyan hatibû vekirin û ji 268 gorî  hestî hatibûn girti û bêyî malbatan şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Li ser bertekên hatin nîşandan piştî rojan şûnde Walitiya Bedlîsê daxuyanî da û îdia kir ku ji 279 gorên hatine kolandin 11 heb vala bûne û kar û barê bêyî destûra malbatan hatiye kirin jî ji aliyê Pisporên Tipa Edlî ve yek bi yek li gorî qanûnê hatine parastin.
 
Her wiha di daxuyaniyê de agahiyên weke ku cenaze li goristanên din wê bên definkirin jî cih girtin. Xizmên PKK’iyan bertekên tund nîşan dan.
 
‘Ev zilm tenê di desthilatdariya AKP’ê de heye’
 
Saadest Olek bi lêv kir ku derxistina cenazeyan li dij mirovahiyê ye û di tu olî de pêkanînek wisa tuneye û wiha got: “Hestiyên di gorê de ye digirin. Ev di tu edeletê de cihê xwe nagire. Çi ji miriyên me dixwazin? Em ê vê zilmê qebûl nekin. Gelo wê çi bi wan hestiyan bikin? Desthilatdarî tenê êşê dide dayikên Kurd. Tayip Erdogan li her derê dibêje ez misliman im. Gelo mislimantî ev e? Ev zilm li tu derê tune. Tenê di desthilatdariya AKP’ê de heye. Ez bang li hemû xizmên wenda û jinan dikim, bila li dijî vê zilmê bêdeng nemînin.”
 
‘Hûn çi ji Kurdistanê û zarokên Kurdistanê dixwazin?’
 
Behîce Abî jî bi lêv kir ku ew wek jin wê di her şert û mercî de xwedî li cenazeyan derkevin û wiha pê de çû: “Divê ev zilm bi dawî be. Niha karê wan bûye gor û bedenên bê can?Ji cenaze û mêriyên me ditirsin.Hûn çi ji Kurdistanê û zarokên Kurdistanê dixwazin. Ev ax jî û hestî jî yên me ne. Berê jî êrîş li dijî goristanan pêk hatin. Me nefreta we ya li dijî gelê Kurd dîtiye. Bila Tayip Erdogan ji me, ji zarok û gorên me dûr bisekine.”