ROJEVA 4'Ê ÇILEYÊ 2018'AN
- 09:01 4 Çile 2018
- Rojev
*Navendên Lêkolînê yên Jîneolojiyê ku di her qada jiyanê de li zanînên jinan digerin û bi van zanînan re dikin armanc ku sosyolojiya azadiyê ava bikin, li heqîqeta veşarî ya jinan jî digerin. Navendên li Efrîn, Dêrik û Minbîcê xebatan dimeşînin, di hemû aliyan de zanîna jinê nîqaş dikin. Endama Akademiya Jîneolojiyê Zîlan Su derbarê mijarê de agahî da û got: “Em biçin ku derê navê jîneolojiyê sînerjiyek afirandî ye. Ev jî me kêfxweş dike.”
*Malbatan bertek nîşanî 268 cenazeyên aydê PKK’iyan ku ji goristana Garzan hatine derxistin û birina Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê dan û gotin: “Hûn ji Kurdistanê û ji zarokên Kurdistanê çi dixwazin? Ev ax jî û hestiyên birine jî yên me ne.” BI DÎMEN
*Li Colemêrgê 8 jin ji bo ku xweseriya xwe ya aborî ava bikin kom bûn û bi aweyekî hevpar dirûngeha bi navê 'Fîstan' vekirin. Jinên karker dan zanîn ku ji bo xweseriya aborî yekîtiya jinan şert e. BI DÎMEN
*Cemîle Bîlen a di 2017’an de di meha mijdarê de li mezraya Yayalar ya Dêrikê di pevçûna mêran de hat qetilkirin rapora otopsiya wê temam bû. Li gorî raporê sê gule li bedena Cemîleyê ketiye û serî, mil û çîpên wê şikestiye. Bi vê re derket holê ku Cemîle rastî şîdet û îşkencê hatiye. Derbarê qetilkirina Cemîleyê de du kes hatin girtin û xizmên Cemîleyê daxwaz kirin ku her kesên ku tevlî bûyerê bûne bila bi awayekî giran bên cezakirin.
*‘Tu dikarî bitirsî. Di encamê de tu di nava lîstekek ku rêgezên wê te ava nekiriye û gunehê wê bi te nayê de ye. Wek lîstika santraçê rêbazên wê jî ne zelal in. Ez dixwazim sînemayê bikim…’ Ev gotin aydê derhêner senarîst Dîlek Çolak e. Dîlekê diyar kir ku çeka herî mezin a jinên dixwaze sînemayê bike çîrokên wan in û got jin dikarin bi fîlmên xwe, xwe azad bikin. BI DÎMEN
*Fatma Demîr a 35 sal in hosteya lastikên wesayetan e diyar kir ku divê her jin gotinên mêran piştguh bikin û tiştên dixwazin bikin derxin holê û wiha got: “Bi karê ez dikim, hêza jinan nîşan didim û ev jî min kêfxweş dike.”
*Dayika berxwedêr a bi navê Sûad Mustefa diyar kir ku bi dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê rastiya xwe nas kiriye û wiha got: "Naskirina kesayeta qehreman Rêber Apo lêgerîna rastî û heqîqeta mirovahiyê bi me re da avakirin. Divê em jin layiqî ramanê azad ê Rêber Apo bin û pergala Îmraliyê parçe bikin." BI DÎMEN








