Li başûr 2 jin hatin qetilkirin
- 16:38 3 Çile 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Germiyan ê başûrê Kurdistanê mêrekî du xwişkên xwe kuştin.
Li navçeya Kelar a bajarê Germiyan ê başûrê kurdistanê mêrekî li ser du xwişkên xwe û hevjînên wan gule barandin. Di encama gulebaranê de her du xwuşk hatin kuştin û hevjînê yekê ji wan jî bi giranî birîndar bû.
Berdevkê Tevgera Polîsan a Germiyanê Elî Cebar derbarê bûyerê de ev agahî dan: "Li taxa Sed Melekeyî mêrekî du xuşkên xwe û hevîjê yekê ji wan gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de her du xwişkan jiyana xwe ji dest da û zava jî birîndar bû. Zavayê birîndar rakirin Nexweşxaneya a Şehît Hejar a li Kelarê ye."








