'Meşaleya ku li Îranê hatiye pêxistin dê rêya me jî ronî bike'

  • 10:48 3 Çile 2018
  • Rojane
Zülal Koçer
 
STENBOL - Jinan çalakiyên li Îranê ku ketiye roja 7'an û pêşengtiya wê jin dike nirxandin û diyar kirin ku jinên tevî gefên rejîmê derketine kuçeyan di têkoşîna azadiyê de wekî meşaleyekê ne.  
 
Protestoyên ku li Îranê li dijî pirsgirêkên aboriyê û nelirêtiyê hatibû destpêkirin û li her  çar aliyên welat belav bûbû ket roja xwe ya 7'an. Di protestoyên ku 28'ê Mijdarê de li Meşhedê dest pê kir de heta a niha ji 20'î zêdetir mirovî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Jinên ku çalakiyên bû sedema binçavkirina bi sedan kesan nirxandin, diyar kirin ku berdewamiya çalakiyên jinan girîng e û banga piştgiriyê kirin. 
 
'Jin bûn sembola serîhildanê'
 
Berdevka Bajarê Stenbolê ya Meclîsên Jinên Sosyalîst Gulçîn Aykul derbarê çalakiyên li Îranê wiha got:"Raperîna ku li Îranê dest pê kiriye her çiqas wekî bingeh aborî bê xuyakirin jî di esasê xwe de xuya dike ku êdî tehamula gel li dijî kiryarên antidemokratik nemaye. Jin li Tirkiyeyê û li Kurdistanê çawa ku pêşengtiya serîhildanê dikin li Îranê jî pêşengtiya serîhildanê dikin. Li dijî hemû zextan li kuçeyan têkoşîna xwe dewam dikin."
 
'Dişibe serîhildana Geziyê'
 
Endama Piştgiriya Mor Juliana Gozen jî derbarê çalakiyên li Îranê wiha got:"Ez çalakiyên li Îranê dişibînim serîhildana Geziyê ya 2013'an. Di serîhildana Geziyê de jî di eniya pêş de jinan cihê xwe digirtin. Ev raperîn ne tenê ji bo pirsgirêkên aborî ye. Polîtikayên rejîma Îranê bi salan e ku zextan li ser jinê dike û mudaxaleyî her aliyê jiyana jinan dike loma ev raperîn ne rashatin e."
 
'Pir bi wate ye'
 
Sektetera Giştî ya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm jî derbarê raperîna Îranê de wiha got:"Li welatekî dema ku jin li kuçeyan bê laçik dihat dîtin dihat girtin a niha hemû gel, aliyên muhalîf, li dijî rejîmê çalakiyan dikin, ev pir bi wate ye. 
 
'Sekinandina vê girseyê ew ê ne hêsan be'
 
Fîdanê diyar kir ku jin laçika xwe dihejîne û çalakiya xwe dike û wiha got:"Gelên ku îdamê didin ber çav û laçika xwe dihejîne kes nikare bisekinîne. Hejandina laçikan a jinên Îranê ku wekî ala serîhildanê ew laçik hejandin dîmena dawî ya 2017'an e. Ev helwest hêviyê dide mirovan."