Jin ji bo Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê

  • 09:52 3 Çile 2018
  • Rojane
EFRÎN - Endamên Kongra Starê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê. Li navçeya Raco ya Herêma Efrînê konê grevê ji aliyê Kongra Star hat vekirin û sedan kesî serdana konê greva birçîbûnê kirin. 
 
Endamên Kongra Starê ji bo azadî, ewlehî û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeya Raco ya Herêma Efrînê konê greva birçîbûnê vekirin. Endamên Kongra Star, bi dehan endamên sazî û Rêxistinên Rêveberiya Xweser û şêniyên navçeya Racoyê li konê birçîbûnê amade bûn. Konê greva birçîbûnê bi wêneyê Abdullah Ocalan û têkoşerên azadiyê hatibû xemilandin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, Rêveberiya Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya Kongra Star Fatmê Lekto û Zelûx Qesêm, her wiha li ser navê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zekiye Bereket , li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Idrîs Sîno, li ser navê Hêza Aşayîşa Rojava ya herêma Reco Muhemed Yuşêf, Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya herêma Reco Xweşnav Hesen axivîn.
 
Di axaftinê de hat gotin ku armanca sereke ya Dewleta Tirk a girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ew e ku bi fikir û felsefeya xwe Abdullah Ocalan ji gel bê qutkirine. Dewleta Tirk tecrîdeke mezin li ser Abdullah Ocalan dimeşîne. Lê divê Gelê Kurd li dijî kiryarên Dewleta Tirk vîna xwe xwirtir bike. 
 
Piştî axaftin qediyan Koma Engîzek stranên şoreşgeriyê berz kir. Her wiha gaziyên Hêza Parastina Civakî (HPC) serdana konê greva birçîbûnê kirin. Piştre sinevizyona li ser jiyana Abdullah Ocalan hat temaşekirin.