Piştî Sêvê, Pakîze û Fatmayê: Em li ser piyan e
- 09:22 3 Çile 2018
- Rojane
ŞIRNEX- Sê siyasetmedarên jin ên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li Sîlopiyê di dema qedexeyên derketina derve de hatibûn qetilkirin. Jinên Sîlopiyê diyar kirin ku her sê siyasetmedarên kurd ji berxwedana dîrokî re pêşengî kirine û wiha gotin: “Em li dijî vê zîhniyeta ku dijminê têkoşîna azadiya jinê ye bi serbilindiyek mezin li ser piyan e.”
Li Sîlopiya Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û di 4’ê Çileyê de endama meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr, endama KJA’yê Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Sîloıpiyê Pakîze Nayir hatin qetilkirin. Di ser vê qetilkirinê redu sal derbas bûn û jinên Sîlopiyê yên mîrateya wan dewr girtin niha têdikoşin.
'Jinên kurd yên têdikoşin hedef tên girtin'
Emîne Ozek bi lêv kir ku di ser komkujiyê re 2 sal der bas bûne û ev tişt anî ziman: “Jinên bi awayekî aktîf di siyasetê de cih digirin hedef tên girtin. Ji ber ji nasnameya têkoşer ya jinên kurd ditirsin komkujiyan pêk tînin. Em Sêvê, Pakîze û Fatmayê ti car ji bîr nakin. Em ê têkoşîna wan ji cihê maye berdewam bikin.”
‘Em ê desturê nedin girtina dosyayê’
Taybet Tatli jî destnîşan kir ku piştî sê siyasetmedarên jin yên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin şûnde, qetiklirina Sêvêyan ne tesaduf e û wiha got: “Ser doza Sakîne Leyla û Fîdanê hat girtin. Lê em ê desturê nedin girtina vê dosyayê.”
Endama PM'a HDP'ê Nuran Îmîr jî jinên hatine qetilkirin bi bîr anî û got wê polîtîkayên komkujiyê yên xistine jiyanê her tim vala derxin û got Sêvê, Fatma û Pakîzeyê wê rojê çawa li dijî zilmê serî netewandine wê ew jin jî ti car serî netewînin û li dijî desthilatdariyê her tim têkoşînê mezin bikin.








