‘Çima ji bo viya dua dikî!’
- 09:14 3 Çile 2018
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Dayika YPG’î ku çû ser gora kurê xwe ya li Yenîkoyê ku kurê wê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku di dema serdana gorê de polîsek nêzê wê bûye û gotiye: ‘Tu çima ji viya dua dikî? Duayên te qebûl nabin. Ji bo min ferqa wî û DAÎŞ’ê tune ye.’
Midûriyeta Emniyeta Amedê di 19’ê Mijdara 2017’an de bi talîmata Serdozgeriya Komarê re nivîsek şand Midûriyeta Goristanan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin. Di nivîsê de hat xwestin ku gotin, hevok û nîvîsên ku PKK’ê nîşan didom, îbareya şehîd û qaşo filamayên rêxistinê bila bên rakirin û guhertin. Di di encama talîmatê de kevirên goristanê yên YPS, YPS-JIN, YPG û YPJ’ê hatin guhertin.
Malbatên hema hema her rojên hefteyê diçin ser gorên zarokên xwe ji bo texrîbkirina goran wiha gotin: “Hun dibînin ji goran jî ditirsin. Li ku derê cîhanê zilmek wisa heye. Li ku derê bêrêzdariyek wisa haitye kirin. Serokkomarê tirk dibêje 'li Fîlîstanê zilm heye'. Di vê ku ewlil ev seokomar zilma ku dike bibîne û piştre ji yên din re gotina xwe bêje.”
‘Deynê me ye’
Malbatên ji bo paqijkirina gorên zarokên xwe seferber bûn, bi hev re ji kaniyê av anîn û piştgiriya hev kirin û gorên zarokên xwe paqij kirin. Dayikekê wiha got: “Em îro bikaribin bijîn bi saya zarokên me ye. Bi saya van lehengên li vir radizê ne. Kurê min jî wek hevalên xwe ji bo axa xwe têkoşîn da û şehîd ket. Em bi saya têkoşîna wan îro rehet rudinin. Divê em xwedî li gorên zarokên xwe derkevin. Divê her kes dengê xwe bilind bike."
‘Hun hezar carî rakin em ê hezar carî şûnde bixinê’
Dayika YPG’iyekî axaftina xwe ya bi polîs re wiha vegot: “Ez diçûm ser gora kurê xwe. Polîs hat cem min û got ‘ti çima dua dikî? Duayên te qebûl nabin. Ji bo min ferqa kurê te û DAIŞ’ê tine.’ Min jî got ger em îro li virin bi saya têkoşîna kesên li dijî DAIŞ’ê li ber xwedane li virin.’”
Malbatan diyar kirin ku ev pêkanîn ji ber ku têkoşîna zarokên wan hezm nake tên kirin û gotin ew kevir dikarin bên guhertin, ew hezar carî rakin ew ê hezar carî dîsa bi cih bikin.








