Girtiyên jin ên li Şakranê: Ger daxwazên me bi cih neyên em ê dest bi grevê bikin

  • 09:02 3 Çile 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Girtiyên Girtîgeha Jinan a Şakranê peyam şandin û di peyama xwe de gotin ku ger daxwazên wan bi cih neyên anîn, zext û zordariyên li ser wan bi dawî nebin ew ê dest bi greva birçîbûnê  bikin.
 
Girtiyên di girtîgehan de li dijî zext û zordariyan çalakiyên ku  dest pê dikin her ku roj diçe zêde dibin. Li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê di gelek deman de dest bi grevên birçîbûnê hatibûn kirin. Di 15'ê Sibata 2017'an de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T2'ya Şakranê 8 girtî û li Girtîgeha Girtî ya T3'ya Şakranê 5 girtî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Her wiha li Girtîgeha Jinan a Şakranê jî 5 jinên girtî di 24'ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn.  Girtiyên di Girtîgeha Jinan a Şakranê  de anîn ziman ku ger daxwazên wan bi cih neyên û zext û zordarî bi dawî nebin ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin.
 
Girtiya nexweş Mevlude Başdaş a 59 salî ku di Girtîgeha Jinan a Îzmîrê de girtiye, rewşa wê her ku roj diçe xirab dibe. Mevlûdeyê du meh berê ji bo tenduristiya xwe  ji Mêrdînê çûbû Îzmîrê û li wir bi hinceta 4 sal û du meh cezayê wê teqez bûye hatibû girtin. Piştre Mevlude birin Girtîgeha Jinan a Îzmîrê.  
 
Mevlude ya ku nexweşiya wê ya şekir, tansiyon, kolestrol û neqla gurçikê heye divê rojê 4 caran derziya însîlûnê lê bê dayin. Her wiha çavekî Muvludeyê jî ji ber şekir kor bûye.
 
Lawê Mevlude Beştaş Metîn Beştaş ê ku bi minasebeta sersalê çû serdana dayika xwe, anî ziman ku rewşa dayika wî li gor rojên din her ku diçe giran dibe û ji ber vê jî divê ku dayika wî bibin nexweşxaneyê.
 
'Em ê dest bi greva birçîbûnê bikin'
 
Mevlude ya ku bi lawê xwe re hevdîtin kir bi rêya hevdîtina ku kir diyar kir ku ew jî di nav de ger ku şert û mercên wan neyên başkirin wê bikevin greva birçîbûnê û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ger hikûmeta tirk daxwazên me bi cih neyne, zext, zordarî û tundî bi dawî nebe em ê dest bi greva birçîbûnê bikin. Ji xwe em ji bo greva birçîbûnê amadekariyan dikin."
 
'Em ê jî çalakiyan bikin'
 
Lawê Mevludeyê jî anî ziman ku dayika wî jî di nav de rewşa girtiyan ber bi xirabûnê ve diçe û ev tişt got: " Bila hikumeta tirk di demeke nêz de daxwazên girtiyan bi cih bîne. Ger xizmên me dest bi greva birçîbûnê bikin em ê jî ji bo wan  dest bi çalakiyên cûr bi cûr bikin."