ROJEVA 3'Ê ÇILEYÊ 2017'AN
- 09:00 3 Çile 2018
- Rojev
*Girtiyên Girtîgeha Jinan a Şakranê peyam şandin û di peyama xwe de gotin ku ger daxwazên wan bi cih neyên anîn, zext û zordariyên li ser wan bi dawî nebin ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin. BI DÎMEN
*Li navçeya Çildirê Keleha dîrokî ku jê re Keleha Şeytan jî tê gotin xwedî xweşikbûneke dîrokî ye. Keleha ku bi xweşikbûna xwe balê dikişîne her sal ji hezaran turîstan re malovaniyê dike. BI DÎMEN
*Xizma girtî ya Feryaz Akşahîn bertek nîşanî pêkanîna yek cilên yekreng da û bang li hemû xizmên girtiyan kir ku li dijî pêkanîna ‘cilên yekreng’ bi awayekî hevpar têbikoşin. BI DÎMEN
*Derbarê Leyla Guven de bi hinceta di 15’ê Îlona 2016’an de di daxuyaniya çapemeniyê ya protestokirina qeyûm de axiviye, bi daxwaza cezayê heta 7 salan doz hat vekirin.
*Dayika YPG’î ku çû ser gora kurê xwe ya li Yenîkoyê ku kurê wê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku di dema serdana gorê de polîsek nêzê wê bûye û gotiye: ‘Tu çima ji viya dua dikî? Duayên te qebûl nabin. Ji bo min ferqa wî û DAÎŞ’ê tune ye.’ BI DÎMEN
*Sê siyasetmedarên jin ên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li Sîlopiyê di dema qedexeyên derketina derve de hatibûn qetilkirin. Jinên Sîlopiyê diyar kirin ku her sê siyasetmedarên kurd ji berxwedana dîrokî re pêşengî kirine û wiha gotin: “Em li dijî vê zîhniyeta ku dijminê têkoşîna azadiya jinê ye bi serbilindiyek mezin li ser piyan e.” BI DÎMEN








