Ji bo danasîna sîstema Kongra Star civîn hat li dar xistin
- 17:58 2 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Bi armanca danasîna sîstema Kongra Star li Efrînê civîn hat lidarxistin.
Bi armanca danasîna sîstema Kongra Star piştî hilbajartinên Meclis û kantonan ku wê çawa rola xwe di nav civakê de bilîze, Kongirta Star ji bo 100 endam û rêveberiyên Kongra Star ên herêma Efrînê civînek li hola Şehîd Rûken li dar xist. Hola civînê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi wêneyên berxwedêrên azadiyê hat xemilandin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê endama Koordinasyona Kongra Star a herêma Efrînê Eyşe Xezine anî ziman ku pêwistî ji avakirina komîteyan a ji bo gund û bajaran heye. Wekî komîteyên tendirustî, aborî, perwerde, parastinê. Her wiha hat gotin ku ji bo pirsgirêkên ku di nav malbatan de çê dibin ji bo çareserkirinê Kongra Star dê rola xwe bilîze.
Civîn bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe","Jin, azadî" bi dawî bû.








